Serokê DYA’yê Barack Obama li hemberî gefên karanîna çekên kîmyewî û bîyolojîk ên li hemberî muxalîfan, sînyala destwerdana leşkerî ya li hemberî rejîma Sûriyeyê da.
Obama got; “Min heta îro fermana destwerdana leşkerî nedaye” û destnîşan kir ku ger cihê çekên kîmyewî an jî biyolojîk bêne guhertin an jî bên karanîn ‘hesab dê bêne guhertin.”
Wezareta Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniya di Tîrmehê de dabû de ragihand ku ger êrîşek ji derve li hemberî wan pêk bê, ew ê çekên kîmyewî bi kar bînin û bi vî awayî aşkere kir ku di destê wan de çekên kîmyewî hene.