Ji oldarên wargeha Mexmûrê banga piştgiriya ji bo Rojava
Ji oldarên wargeha Mexmûrê banga piştgiriya ji bo Rojava
Ji oldarên wargeha Mexmûrê banga piştgiriya ji bo Rojava
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Şaxa Wargehê bi munasebeta Cejna Remezanê têkildarî êrîş û qetlîamên li Rojava yên bi destê komên çete yên girêdayî El Nusra daxuyaniyeke girseyî da. Di daxuyaniyê ku qetlîam û êrîş hatin şermezarkirin banga yekîtiyê li gelê Kurd hat kirin.
Bi munasebeta Cejna Remezanê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Şaxa Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem li Saziya Malbatên Şehîdan têkildarî êrîş û qetlîamên li hemberî gelê Kurd ê Rojava yên ji aliyê komên çete yên girêdayî El Nusra şermezar kirin. Di daxuyaniyê de ligel serok û endamên CÎK’ê ya Şaxa Wargehê gelek niştecihên wargehê beşdar bûn.
Di daxuyaniyê Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistan Şaxa Wargehê Mele Tofîq da xuyakirin ku dema Xwedê Teala mirov afirandiye berpirsiyarî danîne ser milê însan, ew jî parastina xak, gel ol û hwd û got, “Xwedê Teala gotiye, ‘Xiyanetê li emanetê min neke Hz. Muhemed gotiye ku kesê ji bo xak, gel, namûs û ola xwe nexebite ji rehma Xwedê bêpar e.” Û têkildarî piştevaniya mirovan a ji bo mirovan jî ev xal destnîşan kir: “Dema di nav alema Îslamê de li cihekî bûyerek hebe tavilê ji bo bidawîkirin rastkirina wê bûyerê divê hewldan bên pêşxistin û wiha got, “Mirov di dunya û axîretê de şirîkê hev in. Çi pirsgirêk di nav gelan de çêbibe divê ew gel wê pirsgirêkê safî bike û hel bike. Divê kes xwe ji vê mesûliyetê dûr neke û neheqiyê ji holê rakin” û banga piştevaniyê li gelê Kurd kir.
Mele Tofîq di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Bi wesîleya Meha Remezanê û Cejna Remezanê em ji Xwedê dixwazin ku di Kurdistana azad de Rêberê me Rêber Apo li gel me be û cejnên xwe pêkve bi awayekî serbilind û azad pêşwazî bikin.
Endamê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Şaxa Wargehê Mela Muhyedîn jî di destpêka axaftina xwe de Cejna Remezanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û li tevayî alema Îslamê pîroz kir. Êrîş û qetlîamên li dijî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û banga piştgirî û piştevaniyê li gelê Kurd kir. Mela Muhyedîn bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Di serî de gelê Kurd, alim û oldarên Îslamê û tevayî gelê Misilman divê li hemberî zilma li dijî gelê me yê Rojava bêdeng nemîne. Maddî û manewî piştgiriya xwe bidin Rojava.”