Ji parêzerên Ocalan de careke din destûra hevdîtinê nehat dayîn

Ji parêzerên Ocalan de careke din destûra hevdîtinê nehat dayîn

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re, careke din bi hinceta "keştî xerabe ye" hat redkirin.

Ji parêzeren Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç, ji bo biçin girava Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê belê dîsa bersiveke neyînî girtin. Ji parêzeran re hat ragihandin ku bi hinceta "keştî xerabe ye" serlêdana wan hatiye redkirin.

Hêjayî gotinê ye ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve, serlêdana parêzerên Ocalan a bi hevdîtinê bi hincetên "keştî xerabe ye", "rewşa nebaş a hewayê" û hwd. tê redkirin.