Ji Parka Anzele profîlên cuda...
Ji Parka Anzele profîlên cuda...
Ji Parka Anzele profîlên cuda...
Kesên ji parka Anzele ya navçeya Sûrê ya Amedê ye, fêdeyê digirin xwedî profîlên cudane. Parqa ku ji aliyê jin û extiyaran ve wek cihê bîhnvedanê tê bikaranîn, ji bo zarokan jî wek cihê kêfxweşiyê ye. taybetiyeke din ya parqê eve ku ji Abîdeya Wijdana Hevpar re malovaniyê dike. Ciwanên herêmî û biyanî yên vê abîdeyê ziyaret dikin bê kişandina wêne naçin. Parqa Anzele ruyên cuda û kategoriyên civakî tîne ba hev.
Di salên 90’ê de ji ber şerê hat jiyîn gundên Kurdistanê ji ber zextên dewletê neçar man koç bikin. Bêguman Amedê jî ji vê para xwe girt. Wê demek beşeke mezin ya koç kirli herêma Sûrîçî bicih bûn.
Sû herêma ku herî kêm parq lê heye tê zanîn. Li vê navçeyê qadên vala tune. Şaredariya Sûrê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qadên ku vala bibûn nirxandin û kirin parq. Di demeke nêz de Parqa Anzele hat avakirin û şêniyên taxê li vê parqê bîhna xwe vedidin.
Li Sûrê xizanî pir zêde ye, zarokên wê ji ber ku nekarin biçin betlana û ji hewzan fêdeyê nagirin, berê xwe didin Parka Anzele. Zarok hewza parqa Anzele bikartînin. Zarok di hewzê de akrobasiyan dikin û ji bo bîhndan û tavê jî banqan bikartînin.
Parka Anzele ji bo zarokan pêwistiya hewzê tîne cih û ji bo kal, pîr û jinan jî wek cihê bîhnvedan û sohbetê ye. Ji bilî vê turîstên tên Amedê jî herî zêde Abîdeya Wijdana Hevpar ya li parqê bala wan dikişîne.
Li aliyê din jî ji bo wênekêşvan jî dibe cih. Gelek wênekêşvan diçin parqê û kareyên balkêş dikişîne .
Li gorî gelek çavkaniyan Sur ku di salên 1900’î de cihê Kurd, Ermenî, Suryanî, Keldanî û Yahudiyan bû, di encama asîmîlasyonê de neçar mane bajar terk bikin.
Abîdeya Wijdana Hevpar ya li parqê hatiye danîn jî armanc dike ku ziman û çanda ku rastî komkujî û koçberiyan hatiye dîsa zindî bibe.
Li ser abîdeyê nivîsa ‘Me êş hevpar kirin ku careke din neyên jiyîn’ heye û bi vê nivîsê tê daxwazkirin ku komkujî careke din neyên jiyîn.