Ji parlementerên Swêdî li himber PDK'ê bertekekî tund

Ji parlementerên Swêdî li himber PDK'ê bertekekî tund

Parlementerên Swêdî Cebar Emîn û Amîne Kakebawe daxuyaniyekî hevbeş dan û girtiyan deriyê sinorê Başûrê Kurdistanê yê  ji bo Salih Mislim û gelê Rojava yê aliyê PDK’ê ve hatî girtin bi zimanekî tund şermezar kirin.

Li gorî nûçeya qenalê KNN TV'ê Parlementerên Swêdî Cebar Emîn û Amîne Kakebawe da ne diyar kirin ku, “Deriyên  Başûrê Kurdistanê yên li himber gelê Rojava û Salih Mislim hatî girtin nayê pejitand.”

Asteng kirin a Salih Mislim ya çûna wî ya Ewrûpa ya,  ji bo hevdîtinên dahatuya gelê Rojavaya bi zimanekî  tund şermezar kirin û got: “ Azadiya gelê Rojava berpirsyartiya me hemûya ne. Xebatên li wêderê tên meşandin xebatên me hemûyanin. Ji ber vê yekê astengiyên li ber vê yekê em qet na pejirînîn.”

Di daxuyaniya Emîn û Kakebawe ya hevbeş de wiha tê gotin: “Deriyê sinorê Başûrê Kurdistanê ji hemû biyaniyan re vekîriye, li kolanên Hewlêrê  alên Tirkiyê di hejin, rê nedayîna Kurdan ya hatina li ser axa xwe mirov nikar qet bi wate bike.”