Partiya Komunîst a Franseyê (PCF) bi daxuyaniyekê “destekek tam” dan daxwaz û çalakiya girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê de.
PCF’ê bi daxuyaniyeke nivîskî got: “Bi awayeke tam piştgiriyê diidn daxwaz û çalakgerên greva birçîbûnê. Em li hemberî xirabûna tenduristiya wan gelek bi fikar in."
PCFê di berdewama daxuyaniya xwe de got: "Em zextên li Tirkiye, Ewropa û bi taybet li ser xaka Franseyê ya li hemberî gelê Kurd şermezar dikin. Bang li rayedarên Frensî dikin ku rêzê nîşanî maf û daxwazê rewa yên gelê Kurd bidin. Ji bo çareseriyek mayinde ji bo pirsgirêka Kurd were dîtin, divê ji bo muzakereyan zextê li Tirkiyeyê bikin. Divê guhdarî maf û daxwazên rewa yên gelê Kurd bê kirin."
PCF’ê diyar kir ji 12’yê îlonê ve zêdetirê 700 girtî ketine greva birçîbûnê û bi bîr xist ku 5’ê mijdarê jî 10 hezar girtî biryar dan ku bikevin greva birçîbûnê. Partiya komunîst di daxuyaniya xwe de cih da daxwazên girtiyên Kurd jî.