Ji partiyên Rojavayî piştgirî ji bo peyama Ocalan

Ji partiyên Rojavayî piştgirî ji bo peyama Ocalan

Piştî peyama Rêberê Gelê Kuıd Abdulah Ocalan di Newroza Amedê de hate xwendin, partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ji pêvajoya aştiyê ya Ocalan nîşan dan.

Di çarçoveya piştgiriya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a Newoza Amedê de hate xwendin, piraniya partiyên siyasî yên Rojava piştgiriya xwe ji bo peyamê nîşan dan. Di heman çarçoveyê de endamê buroya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ya Serêkaniyê Seîd Îsa derbarê peyama Ocalan de ev tişt anîn ziman:

“Me peyama Ocalan bi awayekî baş şopand, peyama Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane di demeke hesas de pêş ket. Her kes dizane rêbazên aştiyane û demokratîk nebin, di vê demê de şerê di navbera PKK’ê û dewleta Tirkiyê de ne mumkine raweste. Em jî wek şaxa Partiya Çep a Serêkaniyê pêvajoya Ocalan bi nirx dibînin û piştgiriya xwe nîşan didin.’’  

Têkildarî mijarê Serokê Meclîsa Serêkaniyê ya ENKS’ê Mihemed Salih Etiya jî ev tişt gotin: ‘’Pêvajoya birêz Ocalan ji bo berjewendiyên gelê kurd pir girînge, ev pêvajo wê gava yekem ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pêkanîna xweseriya demokratîk be.”

Etiya  bal kişand ku peyama Ocalan ji aliyê hêzên navnetewî, herêmî û kurdî ve bi erênî hate pêşwazîkirin û ev tişt anî ziman: ‘’ Peyama birêz Ocalan di nêrîna erênî ya navnetewî û kurdî de girîngiya pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin nîşan dide.’’

Di heman çarçoveyê de endamê Şaxa Kobanê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd (Yekîtî) parêzer Mûsa Keno pêvajoya rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan erênî nirxand û wiha got: ‘’ Peyama rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan a Newroza Amedê ji bo gelê kurd û PKK’ê gelekî girînge, ji ber ku qonaxa îro tê jiyandin hewcedarî hevdîtinaye û weke ku Ocalan dibêje ne mumkine ku pirsgirêk bi çekan were çareserkirin.’’

Keno, di dawiya axaftina xwe got ku ew xwedî wê baweriyêne ku pêvajoya Ocalan gelê kurd bigihîne azadî û xweseriya demokratîk. Her wiha pêvajoya Ocalan dê bandora xwe li Rojavayê Kurdistanê jî bike.