Ji partiyên siyasî yên Kerkûkê ji bo Rojava piştgirî
Ji partiyên siyasî yên Kerkûkê ji bo Rojava piştgirî
Ji partiyên siyasî yên Kerkûkê ji bo Rojava piştgirî
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê 16 partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî, piştgirî dan Şoreşa Rojava û komkujiyên Til Eran û Til Halisê şermezar kirin.
Li bajarê Kerkûkê 16 partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî, ji bo piştgiriya xwe ji Rojavayê Kurdistanê re bidin aşkere kirin hatin cem hev û daxuyaniyekî hevbeş dan çapemeniyê. Da daxuyaniyê de berxwedana gelê Rojava hate silav kirin, jibo vekirina deriyê Sêmalka bang li Serokatiya Herêmê hate kirin û êrîşên komên çete û komkujiyên Til Aran û Til Halisê hatin şermezar kirin.
Bi armanca piştgirî dayîna şoreşa Rojava, şermezarkirina komkujî û êrîşên komên çete yên li ser gelê Rojava û di heman demê de ji bo rêveberiya Herêma Kurdistanê di aliyê vekirina deriyê Sêmalka û amborya kû li ser gelê Rojava tê meşandin de şiyar bike, li bajarê Kerkûkê 16 partî û aliyên siyasî daxuyaniyek hevbeş a çapemeniyê dan.
Di daxuyaniya ku li avahiya rêxistina Yekitiya Nîştîmanê Kurdistan (YNK) hate dayîn de, wiha hate gotin: “Em hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê yên bajarê Kerkûkê piştgiriyê didîn tevayî xebata rewa û nîştîmanî a jibo bidestxistina mafên xwe yên demokratîk û netewî yê gelê Rojavayê Kurdistanê. Li ser vî bingehî em xebat û tekoşîna gelê Rojava rewa û pîroz dibînin. Heta dawiyê em dê piştgiriyê bidin tekoşîna wan û wê dilê me hertim bi gelê me yê Rojava re be.”
Di berdewama daxuyaniyê de êrîşên komên çete û komkujiyên hovane yên li ser gelê sivîl yê Rojava pêkanîne hate şermezar kirin û wiha hate gotin; “Em hemû destwerdanên komên çete û aliyên şovenîst û îslamiyên tundraw kû çav li pêkhateya Kurdan a Rojava nagrin şermezar dikin. Bitaybet qetilkirina welatiyên sivîl yên li deverên Til Aran û Til Hasilê riswa û şirmezar dikîn.”
Herwiha di daxuyaniyê de bang li mamostayên ayînî yên Herêma Kurdistanê bitaybet yên Kerkûkê hate kirin kû, hewla şiyarkirina civakê û gel bidin da kû li pêşiya çûyîna ciwanên Herêma Kurdistanê a nav komên çete bê girtin. Di daxuyaniyê de hate gotin kû, ciwanên ji Herêma Kurdistanê diçin beşdarî komên çete dibin, li ser navê cîhadê diçîn zarokên 5 salî yên Kurdan ser jê dikin û malên wana talan dikin. Divê mamostayên ayînî di vê derbarê de gelê me şiyar bike kû tu eleqeya van komên çete bi îslamiyet û nirxên mirovahiyê re tüneye, berevajiyê wê dijmintiya ola îslamê dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de 16 partî û aliyên siyasî bang li her sê serokatiyên herêmê, hikûmetê û parlementoyê kirin kû helwesta xwe a jibo alikariya gelê Rojava aşkere bikin û wek pêngava pratik ya vê helwesta xwe jî deriyê Sêmalka ji gelê Rojava re vebikin.