Ji PÇDK'ê li Duhokê tûra hilbijartinê

Ji PÇDK'ê li Duhokê tûra hilbijartinê

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li gel namzetê PÇDK'ê yê Duhokê Dr. Kamûran Berwarî û namzetê Zaxoyê Endezyar Mehdî Salih, karwaneke dirêj a wesayîtan li nava bajarê Duhokê tûr avêt. 

Karwanê PÇDK’ê ku ji dehan maşînan pêk dihat ji cihê Buroya PÇDK’ê Dewra Hespa bi rê ket heyanî Zerka, Zankoya Dihok, Evro City, Sêmêlê, Misêrîkê, Girê Gewrê bi maşînan geriya. Piştre jî vegeriya kolana navendî ya Dihokê, Nizorkê, Geliyê Dihokê û Girê Bassê. Her cihê ku  karwan tê re derbas dibû bi dengekî bilind bangewaziya 'PÇDK’e ji bo avakirina civakekî demokratîk têdikoşe. Ji ber vê yekê pêwîste her kes dengê xwe bide PÇDK’ê' dihat qêr kirin.

Zarokên li herêmên Misêrikê û Girê Gewrê yên ku ji Bakurê Kurdistanê penaber bûne û niha li van her du kampa dimînin eleqeyeke mezin nîşanî karwana PÇDK'ê dan. Dema karwan pêş zarokan re derbas dibû hemûyan bi hev re dirûşma “Bijî Serok Apo” qêriyan. 

Ji maşînên li nava karwan dirûşmên, “Çareserî Deng Tîne, Parlemenê Dihejîne, Bijî PÇDK, Bi dengê we serdemekî nû destpêdike” bilind bû. Di nava bajêr de hemû cihên ku karwanê PÇDK’ê tê re derbas dibû eleqeyeke mezin a gel jê re hebû. 

Karwan bi vegerîna cihê buroyê dawî li gera xwe anî.