Ji pêkhateyên Rojava piştgiriya nameya Ocalan

Ji pêkhateyên Rojava piştgiriya nameya Ocalan

Nûnerên rêxistinên Asurî, Suryanî û Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê bal kişandin ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ji bo azadiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn fersendek gelekî dîrokî ye û diyar kirin ku ew dê piştgiriyê bidinê.

Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newroza Amedê li pêşberî nêzî 2 milyon kesan hate xwendin, wekî perçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya cîhanê li ser pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê jî bandorek mezin çêkir. Nûnerên partî û rêxistinên kurd, suryanî û asurî nêrînên xwe yên derbarê mijarê de ji ANHA’yê re vegotin.

‘OCALAN RÊBEREKÎ HERÎ LI PÊŞ E’

Berpirsyarê Rêxistina Asurî Gibraîl Muşê, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberekî herî li pêş e û destnîşan kir ku, nameya wî jî ji bo bedêngkirina çekan û rawestandina herikîna xwînê ku bi salane li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê didome, gelekî girînge. Gibraîl destnîşan kir ku, bandora nameyê wê li herêmê û Rojhilata Navîn tevahiyê çêbibe û wiha dom kir:

“Em vê pêngava ku Ocalan daye destpêkirin ji bo bidestxistina mafên di çarçoveya netewî de wekî firsendeke dîrokî dibînin. Em di wê baweriyê de ku ev pêvajo tenê ji bo kurdên Tirkiyeyê ji bo kurdên herçar perçeyên Kurdistanê girîng e û her wiha wê bandora xwe li ser hemû gelên Rojhilata Navîn çêbike. Ev pêvajo wê ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên ku bûne koregirêk rê veke û wan bi rêbazên demokratîk çareser bike.”

Muşê, destnîşan kir ku ew wekî rêxistina Asurî piştgiriyê didin vê pêvajoyê û hêvî dikin ku hemû alî piştgiriyê bidinê. Muşê, bal kişand ku li pêşiya gelên herêmê qasî vê pêngavê tiştekî girîngtir tuneye û bang li hemû aliyan kir ku li dijî hewldanên têkbirina pêvajoyê hişyar bin.

‘TIRKIYE RAST NÊZÎK BIBE’

Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) Ebdilselam Ehmed anî ziman ku, ev fersendek dîrokî ye û divê komara Tirkiyê bi erênî nêzîk bibe, pêdiviyên wê bicîh bîne. Ehmed, destnîşan kir ku eger Tirkiye pêngavên girîng bavêje wê ev pêvajoya deriyan ji Tirkiyê veke ku li Rojhilata Navîn rolek girîng bilîze. Her wiha ger ku rast nêzîk bibe wê dostaniya 40 milyon kurdan jî qezenç bike.

‘WÊ BANDORÊ LI SER HERÊMÊ ÇÊBIKE’

Berpirsyarê Partiya Demokratî Pêşverû ya Kurd li Suriyê (PDPKS) Ehmed Silêman destnîşan kir ku, ev pêngavek dîrokî ye û ger ku dewleta Tirk erênî nêzîk bibe û pêdiviyên wê bicîh bîne, wê bandora wê li ser tevahiya herêmê çêbibe.

‘EM DÊ TIŞTA PÊWÎST BIKIN’

Endama Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM’ê Hediye Yusuf destnîşan kir ku, ev proje ji bo careserkirina pirsgirêka kurd a li çar perçeyên Kurdistanê û gelên herêmê ye û anî ziman ku ewê wekî TEV-DEM’ê ji bo pêkanîna pêdiviyên pêvajoyê tişta dikeve ser milê wan bikin. Yusuf, bang li hemû aliyan kir ku bi hesasiyet tevbigerin.

‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDINÊ’

Serokê Partiya Demokratî Kurd li Sûriyeyê Nesreddîn Îbrahîm jî anî ziman ku, ev pêvajo ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a li hemû Rojhilata Navîn gavek dîrokî ye û got ku ev ne cara yekê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyên bi vî rengî dide destpêkirin. Îbrahîm got ku, ew wekî PDKS’ê wê bi hemû hêza xwe piştgriya vê pêvajoyê bikin.