Ji penaberên Rojavayî re: Ev der mala we ye
Ji penaberên Rojavayî re: Ev der mala we ye
Ji penaberên Rojavayî re: Ev der mala we ye
Li Navenda Civaka Demokratîk a Hamburgê, bi malbatên Rojavayî yên li kampa Schnackenburgalle'yê di nav şert û mercên giran de di binê konan de dijîn re, civînek li dora sifreya xwarinê hat lidarxistin.
Hevdîtin bi pêşengiya Parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansû Ozdemîr û Meclîsa Jinê ya Rojbîn pêk hat. Li dû xwarinê, Hevserokê Navenda Civaka Demokratî Mîthat Kaya axivî û mêvan silav kir.
Parlamentera Partiya Çep Cansû Ozdemîr jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên stargeh û pirsgirêkên tenduristiyê yên penaberan, xebatên xwe yên li parlamentê vegot. Ozdemîr diyar kir ku dilê her kesê li salonê ji bo Kobanê dişewite û anî ziman ku heyeta destpêkê ya Partiya Çep niha gihaştiye Pirsûsê, ew ê jî bi heyeta duyemîn re roja Sêşemê derbasî ser sînor bibe.
Nûnerê PYD'ê dûre mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku yekane tişta dijmin jê ditirse yekîtiya Kurdan e. Nûner destnîşan kir ku azadiya gelê Kurd gelekî nêz e û anî ziman ku divê her kes Navenda Civaka Demokratîk weke mala xwe û cihê çareseriya pirsgirêkên xwe bibîne. Li dû axaftinan parêzer Erkan Ozkan di der barê mijara penaberiyê de pêşkêşiyeke kurt kir û der heqê hiqûqa Elmanya de bersiv da pirsên Rojavayiyan.