Ji Pentagonê lixwemikurhatina Roboskiyê!

Ji Pentagonê lixwemikurhatina Roboskiyê!

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’ê George Lîttle, der barê nûçeya Rojnameya Wall Street Journal ya der barê komkujiya Roboskiyê de ku dihat gotin ku îstîxbarat ji aliyê DYA’ê ve hatiye dayîn de, pêşî nexwest biaxive lê piştre li xwe mikur hat û got; “Mixabin agahî ji aliyê hin derdoran ve tên girtin û belavkirin.”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’ê George Lîttle di brîfînga asayî ya çapemeniyê de der barê nûçeya Roboskiyê ya rojnameya Wall Street Jourmal de pirsên rojnamegeran bersivand. Li ser pirsa nûçeya rojnameyê Lîttle wiha got: “Ez di mijara parvekirina îstîxbarata mutefîkê me Tirkiyeyê de şîrove nakim. Têkiliyeke me ya mayînde a leşkerî bi Tikriyeyê re heye.”

Lîttle wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di warê ewlehiya netewî de bi Tikriyeyê re dixebitin. Belê Tirkiye hevkarekî girîng yê NATO’yê ye. Sala borî Wezîrê Parastinê Leo Panetta di serdana Tikriyeyê de gotibû ku têkoşîna bi PKK’ê re girîng e. Em dê ji bo têkoşîna li hemberî PKK’ê û zehmetiyên din bi Tirkiyeyê re bixebitin.”

Lîttle li ser pirsa rojnamegerekî ya der barê nûçeyê de wiha got: “Ez nizanim ev nûçe ji ku hatiye. Di mijara îstîxbaratê de şîroveyê nakim. Mixabin agahî ji aliyê hin derdoran ve tên girtin û belavkirin.” Bi van gotinan nûçe jî piştrast kir.

‘EV NÛÇE DÊ BANDORÊ LI TÊKILIYÊ ME NEKE’

Lîttle li ser pirseke ku ev nûçe dê bandoreke çawa li ser têkiliyê we û Tirkiyeyê bikin wiha got: “Îtîfaqek me ya bi hêz û mayînde heye. Tikriye parçeyeke girîng yê NATO’yê ye. Têkiliyê me yên ewlehiyê hene. Di gelek mijaran de xebatên her du welatan bi hev re hene û dê ev xebat jî bidomin.

Her wiha Lîttle ji bo pirsa; “Di serdana Fermandarê Giştî yê Tirk Necdet Ozel de mijar hat rojevê an na dejî wiha got: “Ez naxwazim bikevin hevdîtina Ozel û Fermandarê Giştî yê DYA’yê Orgeneral Martîn Dempsey. Lê nayê hişê min ku ev mijar hatiye rojevê an na.”

Lîttle li ser pirsa dawî ya ev nûçe dê bandorê li ger girtina çekan a Tirkiyeyê ya ji Amerîkayê dê çawa be jî wiha got: “Ev tenê nûçeyeke rojnameyê ye. Ez di wê baweriyê de me ku dê bandorê li ser têkiliyê men eke.”

Rojnameya Wall Street Journal di nûçeyeke xwe de diyar kiribûn ku êrîşa li Roboskiyê ya ku bû sedema kuştina 34 welatiyan , îstîxbarata wê DYA’yê daye. Rojname balê dikişîne ser xaleke girîng ya beriya êrîşê û diyar dike ku Tirkiye pêşniyara DYA’yê ya girtina pêveka a dîmenen red kiriye.

BO LÊBORÎNÊ BANG

Li Tikriyeyê vê nûçeyê deng da û rayedarên BDP’ê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku rola DYA’ê di komkujiyê de diyar bûye û got bila Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan lêborînê bixwaze.

Erdogan der barê mijarê de bêdengiya xwe diparêze. Fermandariya Giştî jî di daxuyaniyek da û îdia kir ku ev nûçe rastiyê îfade nake.