Ji Peyasê 10 TIR alîkarî ji bo Rojava hatin şandin

Ji Peyasê 10 TIR alîkarî ji bo Rojava hatin şandin

Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ji aliyê şaredariya Peyasê ve bo gelê Rojava û Şengalê hatibû destpêkirin di hefteya dawî de 10 TIR xurek hat şandin.

Hejmara TIR’ê ku şaredariya Peyasê şandin bû 37. Her wiha şaredariyê ji bo ku trajediya gelê Şengalê bi gelê herêmê bidin bihistin li parqan kurtefîlman nîşan didin.

Di alîkariyên ku di demên dawî de hatiye şandin de av, xurek, cil û berg, hewcedariyên ji bo zarokan hatin şandin.

Ji aliyê komîsyon kampanyaya alîkariyê ve daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: “Em ji bo hemû gelê xwe yê piştgirî dame spas dikin. kampanya me di çarçoveya hewcedariyên lezgîn de didome. Bi taybet jî divê hewcedariyên zarokan bên cih. Di alîkariyên ku me demên dawî şandin de me girîngî da vê.”