Ji peyka Hindistanê yekem dîmenên Marsê

Ji peyka Hindistanê yekem dîmenên Marsê

Ajansa  fezaya Hindistanê  ISRO ya ku ketibû rêgeha Marsê yekem dîmenên  Gerestêrka Sor weşand.

Hindistanê cara yekemîn sala 2013’ê peyk (satalayt) şand rêgeha Gerestêrka Sor ango Marsê. Ajansa fezayê ya Hindistanê cara yekemîn dîmenên ku ji aliyê peyka  ISRO’yê ve hatibû kişandin weşand.

Armanca peyka ji aliyê IRSO’yê ve hatibû şandin ew ku lêkolîne li ser hebûna nîşaneyên jiyane li ser Marsê bû. Di daxuyaniya ku îro ji aliyê ISRO’ye ve hate weşandin de hate ragihandin ku peyk bi serkeftî ketiye rêgeha Marsê.

Hate ragihandin ku ev gera li ser rêgeha Marsê gera herî erzan bû. Hema bêje bihayê peyka bi navê Maven a ku ji aliyê ajansa fezayê ya Amerîkayê NASA’yê ve hatibû şandin, 10  caran bi qasî bihayê peyka Hindistanê bû.

Li gorî nûçeya rojnameya Hindû, derdora 10 wênêyên Gerestêrka Sor ji aliyê peyka Hindî ve hatine kişandin û di wêneyan de hin karakterên taybet ên Marsê dixuyên.

Hindistanê aşkera kir ku peyka ISRO ya bi navê Mangalyan duh bi awayekî serkeftî ketiye rêgeha Marse û bi vî awayî Hindistan bû çaremîn welatê ku peyka xwe li ser rêgeha Marsê bi cih kir. Lê Hindistan yekem welat bû ku di carekê de peyka xwe li ser  rêgehê bi cih kir.