Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ji bo malbata Şervan û gelê Kurd

Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ji bo malbata Şervan û gelê Kurd

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê  bi daxuyaniyeke nivîskî, kurê hevserokê PYDê Salih Muslim Şervan Muslim û hemû cangoriyên rojên dawî yên Rojavayê Kurdistanê bibîranîn.

Koordînasyona PJAK ku sersaxî li malbata Salih Muslim û hemû malbatên cangoriyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir, ragihand ku şoreşa nû ya Rojhilatê Kurdistanê wê bi hemû hêza xwe li desketiyên Rojavayê Kurdistanê xwedî derkeve..

Di daxuyaniyê de her weha asta ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê gihiştiyê û desketiyên gelê rojava, wekî nîşaneya têkçûna pîlangeriya 9’ê Cotmehê jî tê destnîşan kirin û di vê derbarê de daxuyaniya PJAK’ê wha didome:

"Qehremaniya ku di serî de Efrîn û Kobanê, li tevahiya Rojavayê Kurdistanê li dijî hemû êriş û hewldanên têkbirinê derketiye holê, herî dawî di şexsê heval Jînda Ronahî û heval Şervan de careke din piştrast kir ku têkoşîna nû ya netewî, hemû hêviyên azadî û serketinê dide gelê kurd û hemû cîhanê."

Daxuyaniya Koordînasyona PJAK bi van gotinan  bidawî dibe:"Em careke din, heval Şervan Muslim û hemû hevalên di demên dawî de di berxwedana parastina Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtin bibîrtînin, sersaxiyê li hemû gelê Kurdistanê û malbata serbilind a Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û hemû şervanên YPG û YPJ’ê  dikin."