Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bang li Îtalyayê kir ku polîtîkaya xwe ya penaberan di ber çavan re derbas bike. Rêxistinê îro rapor weşand û pêkanînên herêmî û giştî yên polîtîkayên penaberan a Îtalyayê rexne kir.
Di raporê de nêzîkatiya li hemberî penaberên li herêmên çandiniyê yên Latîna û Caserta re ya Roma û Napolî ya Îtalyayê hat nirxandin û da zanîn ku Îtalya ji sedî 40 kêmtir pere dide karkerên penaber.
Karkerekî ji Hîndistanê ji rêxistina civaka sivîl re axivî û got di hefte yekê de 7 roj û saeta wê 3 euroye û diyar ki rku neçarin bixebitin. Karkerên ku divê mehê 700 euro pere bigire ev 7 mehe mehane 100 euro digire. Her wiha karkerên mijar gotinê ye ji ber ku qaçax e nekare biçe gilî bike.
Rêxistinê bang li rayedaran kir ku bila şert û mercên ku karker dikarin biçin gilî bikin bên afirandin. Serokomarê Îtalyayê jî daxuyanî da û wiha got: “Penaber beşek girîng ya civakê ava dikin. Hêza kar di heman demê de çavkaniya jiyana civakê ye.”