Ji Rêxistina Efûyê ji bo du rojnamevanên girtî kampanya

Ji Rêxistina Efûyê ji bo du rojnamevanên girtî kampanya

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo rojnamevanên Kurd Hosro û Mesûd Kordpoûr ên li Îranê hatin girtin û bi 9.5 salan cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin, dest bi kampanyayeke navneteweyî kir.

Rêxistina Efûyê ragihand ku rojnamevanên Kurd ên li Mahabadê tên darizandin bi sûcdariya "li dijî sîstemê antîpropaganda kirine" li Hosro Kordpoûr 6 sal, li Mesûd Kordpoûr jî 3.5 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn. Rêxistinê diyar kir ku biryar hatiye dayîn Hosro cezayê xwe li Tebrîzê, Mesûd jî li bajarê Kermanê bikşîne.

Rêxistina Efûyê da zanîn ku darizandinên li dadgehên Îranê dûrî standartên hiqûqê yên navneteweyî ne û destnîşan kir ku delîlên der heqê Kordpoûran de hatine pêşkêşkirin, hemû li gorî raporên îstîxbaratê hatine amadekirin. Rêxistinên ragihand ku dayîna hevpeyvînê bo saziyên weşanê yên Rojavayê sûc tê dîtin.

Kurd Hosro û Mesûd Kordpoûr ji bo Ajansa Nûçeyan a Mûkrîan dixebitîn ku ji bo vê ajansê nûçeyên binpêkirina mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê çê dikirin. Her du birayên di Adara 2013'an de hatin girtin, çar mehan ne dikarîbûn parêzer ne jî malbata xwe bibînin.

Rêxistina Efûyê da xuyakirin ku darizandina Hosro û Mesûd Kordpoûr a ji ber karên xwe yên rojnamevaniya aştiyane sûc e û bang li Îranê kir ku her du rojnamevan tavilê serbest bên berdan.

Rêxistinê her wiha ragihand ku divê serdanên malbatê ji bo her du birayana bên ewlekirin.

Rêxistina Efûyê wekî din xwest, girtî ji îşkence û pêkanînê xirab werin prastin û pêwistiyên wan ên tibî bên dayîn.

Rêxistinê ji bo serbestberdana birayên Kordpoûr kampanya da destpêkirin û ji îmzekaran xwest ku metnê bi rêya e-maîl yan jî faksê bişînin Serokkomarê Îranê û lîderê dînî yê Îranê.