Ji rêxistina Efûyê ji bo komên çekdar ên Suriyeyê hişyarî

Ji rêxistina Efûyê ji bo komên çekdar ên Suriyeyê hişyarî

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê pevçûnên li Suriyeyê pêk tên daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku hêzên Suriyeyê û komên çekdar dê ji mirinên sivîl bi awayekî cezayî berpirsyar bên dîtin.

Şêwirmendê Krîzê yê Asta Bilind a Rêxistina Efûya Navneteweyî Donatellah Rovera, roja duşemê daxuyaniyek da û bal kişand ser fermana rayedarên Şamê ya bila kolanên Şamê bê valakirin û wiha got: “Dema mirov li van fermanên ku warê valakirina bajaran de hatiye dayîn de, dinêrin, tê dîtin ku rayedar amadekariya êrîşan dike û her wiha xuya dike ku dê pevçûn li taxan zêde bibin. Ev jî fikaran zêde dike. Dayîna fermanê raste rast nayê wateya vaklakirinê û ev rewş dê zêdetir rê li ber kuştinan vebike.”

Rêxistina efûyê ev hişyarî kir; “Hêzên çekdar ên Suriyeyê û Artêşa Azad a Suriyeyê (FSA), endamên komên muxalîf ji mirina sivîlan berpirsyare û dikare wekî cezayî berpirsyar bê dîtin.

Rovera da zanîn ku zêdebûna pevçûnan li qadên qelebalix yên bajar dibe sedema gelek mirinên sivîl û wiha got: “Muxalîf her diçe çekê giran bi kar tîne. Ev jî berpirsyariya wan zêde dike. Divê ewlehiya sivîlan tu carî paşguh neyê kirin. Divê herî alî jî bibînin ku rîska pevçûnan çiqas giran e.”