Ji Rojava re bi 7 kamyonan alîkarî hat şandin
Ji Rojava re bi 7 kamyonan alîkarî hat şandin
Ji Rojava re bi 7 kamyonan alîkarî hat şandin
Di çarçoveya kampanya piştgiriya bi gelê Rojava re ji aliyê Şaredariya Baglarê ve hat destpêkirin, alîkariya ji 5 kamyon û 2 TIR'an ji aliyê Meclîsên Jinan ên BDP'ê yên Erzîrom, Êlih û Konyayê ve hatin berhevkirin, ji bo bigihê Rojavayê Kurdistanê, ket ser rêya navçeya Riha Pirsûsê.
Alîkariya pêdiviyên jiyanî yên meclîsên jinan ên BDP'ê yê Erzîrom, Êlih û Konyayê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn berhevkiribûn, radestî Şaredariya Baglarê hat kirin. Şaredariya Baglarê jî alîkariya ku berhev kiribû bi yên meclîsa jinan re kir yek û li 5 kamyon û 2 TIR'an bar kir û bi rê kir. Rayedarên Şaredariyê dan xuyakirin ku alîkarî dê deriyê sînor ê li navçeya Pirsûsê bên şandin û destnîşan kir ku xebatên wan ên ji bo berhevkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê dê bidomin.