Ji rojnamevanê Îngilîz îdîayekî balkêş

Ji rojnamevanê Îngilîz îdîayekî balkêş

Rojnamevanê Îngilîz Alex Thomson ku li Sûriyeyê erkdare diyar kir ku serhildêrên li welat ji bo rejîma Beşar Esad di bin tohmetê de bihêlin hewil dane ku wî bidin kuştin.

Nûçegihanê televîzyona Channel 4 ya Îngilîstanê Thomson da diyarkirin ku, dawiya hefteya borî dema ku ew ber bi bajarê El Kuseyr ve diçû, wesayîta wî ji aliyê komek ya milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad ve ber bi noqteya leşkerên Sûriyeyê ve dibirin. Rojnamevanê Îngilîz sedemê vê wiha rave kir: “rojnamevanên mirî dê Şamê bêxe nava tengasiyê.”

Dema ku Thomson vegeriya Îngilîstanê di bloga nûçeya ya Channel 4’ê de nivîsand, ragihand ku, serhildêrên Sûriyeyê ku li herêmekî nêzî bajarê El Kuseyr ku lê şer tune bû jêre rêbertî dikirin, ew ber bi noqteyek ya artêşa Sûriyeyê ve birine û hema ji mirinê rizgar bûye. Thomson bilêv kir ku, serhildêran ew bi zanabûn kirin û xwestin bi vî awayî rejima Esad di bin tohmetê de bihêlin.

Channel 4’ê jî daxuyaniyek weşand û ragihand ku, daxuyaniyên Thomson tên vekolîn û ji bo ewlekariya rojnamevanên li Sûriyeyê tedbîr hatine girtin.