Ji Şaxa ÎHD’a Amedê rapora girtiyên nexweş

Ji Şaxa ÎHD’a Amedê rapora girtiyên nexweş

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di derbarê girtiyên nexweş ên li girtîgehan rapor aşkere kir û diyar kir ku, li nexweşxaneyan 306 girtiyên nexweş hene. ÎHD'ê anî ziman ku, wan rapor li gorî raporên tenduristiyê yên girtiyan amade kiriye û xwest rayedarên girtîgehê bi lezgîn girtiyên nexweş ên rewşa wan giran serbest berde. ÎHD'ê zagona parastina zimanê zikmakî jî rexne kir û diyar kir ku, ev nabe persîva civakê.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, di derbarê rewşa girtiyên nexweş de raporek amade kir û rapor li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Rapor ji aliyê endamê Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa ÎHD'ê Prz. Muhterem Suren ve hat xwendin. Prz. Suren diyar kir ku, li Tirkiyeyê herî zêde li girtîgehan mafên mirovan tê binpêkirin û wiha got: "Ji îşkenceyê û neheqiyê bigre heta sirgûn û sewqkirinan gelek mafên girtiyan tên binpêkirin. Pirsgirêka herî mezin jî rewşa girtiyên nexweşe. Rayedar li hemberî rewşa girtiyan pir sersar tev digerin.

ÎHD demek dirêje di derbarê rewşa girtiyan de lêkolîn dike ûrapor amade kiriye. Me xebata rewşa tenduristiya girtiyan bi hevkariya Odeya Tabîban ya Amedê, Vakfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TİHV) û Baroya Amedê amade kir. Li lêkolînê de derket holê ku gelek girtiyên rewşa wan giran û niha rewşa wan nayê zanîn hene. Raropên tenduristiya girtiyên nexweş ku me bi dest xistin, me bi Odeya Tabîban a Amedê re parve kir û li ser tenduristiya wan tespîta rewşe kir. Ev rapor ji aliyê pisporan ve hatiye amadekirin."

309 GIRTÎ NEXWEŞÊN GIRANIN

Parêzer Muhterem Suren diyar kir ku, li gorî lêkolîn û raporên tenduristiyê ya nexweşan niha li girtîgehan 306 girtiyên nexweş hene. Suren anî ziman ku, di derbarê 50 kesan de rapor ji saziyên tenduristiyê wergirtine û di derbarê girtiyên din de jî li ser daxuyanî û serlêdanên wan rapor amdeke kirine. Suren destnîşan kir ku, wekî parazvanên mafên mirovan dem dem raporan amade dikin û ji bo balê bikşînin ser rewşa tenduristiya girtiyan raporan amade dikin û bi cemaweriyê re parve dikin û wiha got: "Li gorî rapor û serlêdanên ku li wan tên kirin gelek girtî bi nexweşiyên giran ve rû bi rû hatine hiştin. Pirsgirêkên tenduristiya wan gelek giran e û ji bo dermankirinê astengiyên mezin tên derxistin. Dinava şert û mercên xerab de terî mirinê hatine hiştin.

'SAZIYA TIPA EDLÎ ÊDÎ NE BÊALÎ YE'

Prz. Suren da zanîn ku, Pêşnûmeyên di derbarê Zagona Dadgehên Ceza û Guhertina têkildarî Mafê Înfaza Tedbîran û Ewlehiyê duh li Meclisê hat qebûl kirin û wiha got: "Bi vê guhertin û derxistina vê zagonê guhertina înfazkirina girtiyên nexweş li pşit hatin hiştin. Di xala 167an a hêjmara 5275'an de guhertin çêbûn. Lê ev guhertin pir kêm û têr nakin. Ji ber ku fikra 3'an a Xala 16'an ji aliyê Saziya Tipa Edlî u Wezareta Davê tê amadekirin mafê girtiyan nayê dayîn. Ji xwe Saziya Tipa Edlî bêaliya xwe winda kiriye. Girtiyên li ser rapora Saziya Tipa Edlî serbest tên berdan jî piştî çend roj şûnde jiyana xwe ji dest didin."

'EM JI SEROKOMAR Û WEZÎRÊ DADÊ DIXWAZIN GIRTIYAN SERBEST BERDIN'

Suren bang li Serok Komar û Wezîrê dadê jî kir û xwest girtiyên nexweş serbest bên berdan. Suren, bilêv kir ku ew dê encama van guhertinan di piratikê de baştir bibînin û dê her tim van guhertinan û rewşa girtîgehan bişopînin.

ÎHD DÊ JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ DEST BI KAMPANYA BIKE

Serokê Şaxa ÎHD'e ya Amedê Racî Bîlîcî jî diyar kir ku girtîgeh her tim bi pirsgirêk in û jibo balê bikşînin ser mafên girtiyan û rewşa girtiyên nexweş bînin rojevê dê dest bi kampanyayê bikin. Bîlîcî anî ziman ku wan rapor amade kiriye û dê raporê pêşkêşî Wezîrê Dadê û saziyên eleqeder bikin.