Ji sedî 83'yê gelê Rojava projeya xweseriyê dipejirîne

Ji sedî 83'yê gelê Rojava projeya xweseriyê dipejirîne

Li gorî anketa ku derbarê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hate kirin de, ji sedî 83.8'ê welatiyên herêmê projeyê dipejirînin û bawerî pê tînin ku dê bi ser bikeve.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li ser projeya Rêveberiya Xweserîya Demokratîk, li bajarên Dêrik, Dirbêsiyê, Tirbespiye, Çilaxa, Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Rimêlan, Serêkanîye, Til Temir û  Hesekê yên herêma Cizirê ya Rojavayê Kurdistanê anketek çêkir. Encamên anketê  îro li navenda lêkolînê ya li bajarê Qamişlo bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re hatin eşkerekirin.

Di civînê de endamê Desteya Rêvebir a Navenda Lêkolînên Stratejîk Taha Xelîl axivî û derbarê navenda lêkolînên û avakirina wê de agahî dan. Xelîl, li ser sedemên çêkirina anketê jî rawestiya û destnîşan kir ku wan xwestiye bi vê xebatê nêrînên pêkhateyên herêmê yên derbarê projeya rêveberiya xweseriya demokratîk de fêr bibin. Encamên anketê bi riya sînevîzyonê hatin eşkerekirin.

Li gorî grafîkên hatine pêşandan, anket li gel 619 kesan de hatiye pêkanîn. Ji van kesên sedî 73.5 zilam, sedî 26.5 jî jin in. Her wiha sedî 88.7 Kurd, sedî 7.3 Ereb, sedî 3.2  Suryani sedî 0.8 jî ji pêkhatiyên din pêk hatin.

'PROJE HEMÛ PÊKHATEYAN TEMSÎL DIKE'

Ji kesên ku beşdarî anketê bûne sedî 96 diyar kiriye ku haya wan ji projeya Rêveberiya Xweserîya Demokratîk heye, sedî 60'an jî gotiye ku wan proje fêm kiriye. Ji kesên ku tevlî anketê bûne sedî 76 destnîşan kirine ku ev proje temsîla hemû pêkhateyên herêmê dike.

'WÊ BI SER BIKEVE'

Beşdarên anketê sedî 75'an destnîşan kiriye ku ev proje dikare her sazî û partîyan bi rêve bibe. Di anketê de li ser pirsa, "Li hemberî Xweseriya Demokratîk çi astengî hene?" ji beşdaran sedî 30'an bersiva "Êrîşên ji derve tên" daye. Li ser pirsa, "Xweseriya Demokratîk dikare pirsgirekên navxweyî çareser bike?" sedî 66.2'yan bersiva "Erê" daye. Ji sedî 81.7'ê beşdarên anketê jî pirsa "Proje dikare pirsgirekên rojane çareser bike yan na?" wekî "Erê" bersivandiye. Her wiha ji beşdarên anketê sedî 83.8'an gotiye ku ev proje wê biser bikeve.

NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK ÇIYE?

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava di 12'ê Kanûna sala 2012'an de bi navê Navenda Lêkolîn û Lêgerîna Stratejîk a Kurd hate damezirandin. Piştî demekê navendê navê xwe wekî Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) guhert. Navend, armanca xwe wiha rave dike: "NRLS li ser esasê pêwistiyeke hemdemî, dîrokî û stratejîk hatiye  damezirandin.  Dema ku mijar Kurd û Kurdistan be ev pêwîstî hîn zêdetir bi awayekî jiyanî derdikeve pêş. Kurdistan û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê di demeke hestewar re derbas dibe. Li ser vî esasî NRLS,  li ser asta cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi komxebat û komîsyonan pêşketinên siyasî, civakî, aborî û hwd dipoşîne, analîz dike, encaman derdixîne û xwe digihîne pêşbîniyan. Bi riya lêkolîn, anket û hwld, Pirsgirêk, pêşketinên siyasî, civakî û aborî dişopîne.”