Ji Sempatîzaniyê ber bi fermandariya gerîla ve
Ji Sempatîzaniyê ber bi fermandariya gerîla ve
Ji Sempatîzaniyê ber bi fermandariya gerîla ve
Kadîr Çelîk (Huseyîn Mahîr) di dawiya salên 1970 de PKK nas kir û di her pêngava şer a têkoşîna gerîla de roleke çalak lîst. Di jiyana xwe ya 34 alan a têkoşînê de kêliyekê jî ranewestiya û hewl da şerê gerîla yê li çiyayên Kurdistanê mezin bike.
Huseyîn Mahîr di sala 1959'an de li gundê Tivnîkê yê Mûşê hat dinyayê. Bavê wî yê zabita, bi derfetên xwe re hewl da hemû zarokên xwe bide xwendin. Bi vê yekê re derfet dît ku bixwîne. Derbasî Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Marmara ya Stenbolê bû. Salên 70 ku dest bi zanîngehê kir, salên herî bi tevger ên ciwanên şoreşger ên Tirkiyê, bûn. Li hemû zanîngeha pêlên şoreşgerî deng vedidan. Coşa şoreşê bi ciwanan ketibû. Ji bo ciwanên sosyalîst, dema tolhildana bi salan a ji rejîma "faşîst" hatibû. Her der veguherîbû qada çalakiyan. Di serî de beşa bindest a civakê, hemû şoreşer di nava vê pêlê de bûn. Bêguman pêwistî bi rêxistinbûyînên xurt ên rê bidin civakê hebû. Li ser vê bingehê, di nava civakê û ciwanan de gelek rêxistin derketin. Di rewşeke bi vî rengî de, li gel xwendina zanîngehê derfet dît ku gelek rêxistinan nas bike. Gelek tevger jî ji nêz ve şopand, lêkolîn kir û hewl da fêm bike.
APO'YIYAN BALA WÎ KIŞAND
Di nava bi dehan tevgerên şoreşger de komekê bala wî kişand. Ev kom koma Apo'yiyan bû ku ji herkesî bêtir soza wan hev digirt û xwedî çalakiyan bû. Huseyîn Mahîr di demeke kurt de Apoyî nas kir û êdî xwe pê ve girê da ku careke din jê veneqete. Apo'yiyan bandoreke mezin li wî kir û êdî heta dawiya temenê xwe wê pê ve girêdayî bima: "Eger jiyan dê hebe, yan wê azad be yan jî qed nebe..."
Bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an re sîstemê bi armanca tinekirinê ajot ser Tevgerên Şoreşger ên Tirkiyê. Li hemberî vê darbeya faşîst, gelek rêxistin an tine bûn an jî neçar man birevin cihên mîna Ewropayê. Yên xwestin têbikoşin jî, li zîndanan û derve li ber xwe dan. Bêguman darbeya 12'ê Îlonê ya li dijî tevahiya tevgerên şoreşger, bi taybetî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd yanî Apo'yiyan hat kirin. Apo'yiyan ji giyana berxwedanê bi ti awayî venegeriyan û li dijî hemû êrîşên faşîst û hovane yên rejîma 12'ê Îlonê bi awayekî bê hempa li be xwe dan. PKK'yiyan, bi çalakiya şewitandinê ya Mazlûm Dogan a Newroza 1982'an li Zîndana Amedê dest bi berxwedanê kir û di 14'ê Tîrmehê de bi çalakiyên rojiya mirinê dewam kirin. Ev pêla berxwedanê ya li Zîndana Amedê destpê kir, li zîndanên din ên Kurdistan û Tirkiyê deng veda.
Ji bo vê berxwedana li zîndanan destpê kir, li qadên gerîla jî di 15'ê Tebaxa sala 1984'an de bi "Pêngava Vejînê" re bersiv hat dayîn. Bi 15'ê Tebaxê re ji tevahiya cîhanê re hat nîşandan ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê wê lil qadên gerîla bi awayekî dijwar bê meşandin. Êdî xeta berxwedanê ya Apo'yî li çiyayên Kurdistanê bû artêş û nîşan da ku gelê Kurd wê êdî serê xwe ne tewîne.
JI LEŞKERIYÊ BER BI GERÎLATIYÊ VE
Huseyîn Mahîr, ji bûyerên salên 1970 heta piştî darbeya leşkerî ya "faşîst" a 12'ê Îlonê re şahidî kir û berxwedana PKK'ê ya sempatîzanê wê bû, ji nêz ve şopand. Huseyîn Mahîr rûyê rastî yê sîstema dewleta faşîst a Tirk ji nêz ve dît û nas dikir. Mahîr di wê baweriyê de bû ku bi şerekî mezin ê li qada leşkerî re, wê gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixe. Huseyîn Mahîr ji avabûna PKK'ê û yekemîn dîroka wê ya berxwedanê re şahidî kir û ji bo Pêngava 15'ê Tebaxê were pêşvebiirin biryarê dide bi awayekî çalak tevlî refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê, di sala 1989'an de ji leşkeriya Tirk fîrar dike û li "Eyaleta Amedê" tevlî refên gerîla dibe.
DI DEMEKE KURT DE BÛ FERMANDAR
Huseyîn Mahîr di demên xwe yê gerîlatiyê de li herêmên Amed, Garzan, Botan, Mêrdîn, Heftanîn, Xinêre, Xakurkê, Qendîl û Behdînanê dimîne. Huseyîn Mahîr bi sekna xwe ya gerîlatî û şoreşgerî, di demeke kurt de di asta bilind de wezîfeyan digire ser milê xwe. Tevî Konseya Fermandariyê ya ARGK û HPG'ê, gelek erk wergirt ser milê xwe. Bi kesayetiya xwe ya milîtaniya PKK'ê re, ji bo pêşvebirina xebatên partiyê û bi pêvajoya ji nû ve avakirina PKK'ê re wezîfeya Endametiya Meclîsê ya PKK'ê girt ser milê xwe. Huseyîn Mahîr demekê xebatên siyasî meşand û di nava sê salan de bû Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê.
DI HEMÛ PÊNGAVÊN ŞER DE CIH GIRT
Ji ber ku rastiya dagirker û mêtîngeriya dewleta Tirk baş nas dikir, di wê baweriyê de bû ku "serketin bi gerîla û pêşvebirina şerê gerîla dibe." Ji ber vê yekê, li qadên herî dijwar ên şer amade bû. Di her demê de bi awayekî çalak beşdarî pêngavên gerîla yên PKK'ê bû. Di çarçoveya biryara di Kongreya 5. a PKK'ê ya sala 1995'an de bi awayekî aktîf tevlî pêngava şer bû. Hingî li qada Botanê, di çarçoveya vê pêngavê de gelek çalakî hem bi rêxistin kir, hem jî bi xwe tê de cih girt û darbeyên giran li artêşa Tirk xist.
Ji bo Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an jî, li herêma Botanê beşdar bû. Li dijî propaganda "bi vekişîna gerîla ya sala 1999'an re êdî nikare şer bike" di asta fermandariyê de pêngava 1'ê Hezîranê li Botanê birêve bir.
Huseyîn Mahîr, di pêngava "Êdî Bese" de jî li herêma Zagrosê bi awayekî çalak cih girt. Çalakiyên navdar ên Oremar û Bêzelê yên artêş û dewleta Tirk hejandin, di asta koordîneyê de cih girt. Yek ji wan kesan bû ku di kêliyên dewleta Tirk hêvî nedikir de, darbe lê dida. Piştî van çalakiyan dewleta Tirk hem di warê leşkerî hem jî di warê siyasî de hejiya.
Herî dawî, di "Pêngava Şerê Gel ê Şoreşger" ê 1'ê Hezîrana 2010'an de cih girt û tevî temenê xwe yê dirêj jî derbasî herêma Botanê bû. Li Elkê dibe yek ji ew kesên di pêşvebirina "Tevgera Şoreş" de xwedî kedeke mezin e. Weke yek ji şervanên şerê ku bû sedem dewleta Tirk biçe ber lingê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destpêkirina pêvajoya "Ji nû ve avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk", navê xwe li dîrokê nivîsand.
JI BO AŞTIYA BI RÛMET, DIVÊ ŞER MEZINTIR BIBE
Huseyîn Mahîr di warê avakirina rêxistinê de her tim xeta Rêberê Gelê Kurd ji xwe re esas girt û weke yek ji fermandarên gerîla yê aliyê wî yê leşkerî gelekî xurt e, dihat naskirin. Digot, "Li Rojhilata Navîn bê rêxistinbûyînê pelek jî naheje." Ji be vê yekê, ji bo parastina rêxistinê her tim bû xwedî sekin û helwesteke zelal. Digot, "Em çiqasî di warê rêxistinî û leşkerî de xwe bi pêş ve bixin, emê ewçend karibin bersivê bidin dijmin." Ji bo wî, gerîla û şerê gerîla derdiket pêşiya her tiştî. Ji xwe re kiribû pîvanek ku çiqasî di gerîlatiyê de serketî be, ewçend jî şoreş bi hêsanî pêk were. Digot, "Eger wê aştiye were, divê şer û têkoşîna wê mezin be. Ji bo aştiyeke bi rûmet, xebata gerîla esas e." Li ser vê bingehê xwedî kûrbûneke mezin a leşkerî bû.
BÛ XWEDÎ SEKNEKE FERMANDARÊ MÎNAKDAR
Timî di warî taktîk û teknîkî de artêşa Tirk lêkolîn dikir û li ser rê û rêbazên gerîlatiyê ya li dijî artêşa Tirk hûr dikola. Ji ber vê yekê, alî hêza wî ya leşkerî gelekî xurt bû. Hêrsa wî ya li dijî "sîstema mêtîngeriyê ya Tirk" bû sedem ku di gerîlatiyê de hîn bêtir biryardar be. Huseyîn Mahîr di her kêliya şoreşgeriyê de bi armanca tolhildana ji "mêtîngeriya Tirk" têkoşiya. Li her qada lê têdikoşiya her tim kedeke mezin da û bû xwedî sekneke fermandarê mînakdar.
LI DIJÎ TASFIYEKARIYÊ RAWESTIYA
Huseyîn mahîr li her pratîkên têkoşînê, li gel seknma xwe ya bijarte, îdeolojîk û felsefîk, li hemberî pratîkên "tasfiyekariyê" jî her tim bû xwedî sekneke xurt a milîtan. Huseyîn Mahîr ku di temenê 34 salan ê şoreşgeriya xwe de ji dîroka PKK'ê re şahidî kir, bû yek ji wan kesên ku nêzîkatiyên "tasfiyekariy" herî baş analîz bike. Di nirxandina xwe ya li ser Pêngava 15'ê Tebaxê û 1'ê Hezîranê ya di sala 2006'an de, der heqê tasfiyekariyê de vê nirxandinê dike: "Pêvajoya 15'ê Tebaxê û pêvajoya 1'ê Hezîranê, ji aliyê Kurdistanê ve, xwedî gelek cihêrengiyan e. Di navbera salên 1980-84'an de li Kurdistanê bêdengiya mirinê hebû, mîna tê gotin pelek jî ne dihejiya. Bi hatina cûntaya 12'ê Îlonê re gelek komên ji xwe re digotin şoreşgerin belav bûn. Lê kêm be jî kadroyên pêşeng ên tevgerê yên di soza xwe ya ji bo doz, xet û gel de israr kirin, derfet dîtin derkevin derve. Bi biryardarî xwestin têkoşînê dewam bikin. Li ser vê bingehê, tê zanîn; li zîndanên Amedê destan hatin nivîsandin. Bi giyana Apo'yî 14'ê Tîrmehê hat afirandin. Lê ev salên mijara gotinê di heman demê de salên herî zehmet ên tevgera me bûn. Bêyî ku ev sal werin zanîn, kadrobûyîn an jî PKK bûyîn ne gengaz e. Ji ber ku ji aliyekî ve cûntaya 12'ê Îlone, ji aliyekî ve xebatên provokatîf ên li nava partiyê yên bi pêşengiay tasfiyekar Semîr, tê zanîn bi awayekî cidî zehmetî dabûn Rêbertiyê...Beriya 15'ê Tebaxê Semîr digot, "Çûyîna Colemêrgê nabe, ev yek felsefeya mirinê ye". Vê carê jî beriya 1'ê Hezîranê tasyifekariya Ferhat-Botan digotin "Têkoşîn belasebeb e, divê dest jê were berdan". Di axaftinê de bêguman cûdahî heye. Semîr wê demê rêya Ewropayê nîşanî hemû kadroyan dida, Ferhat-Botan jî rêya Norwêcê nîşan didan..."
Tevî temenê xwe yê dirêj jî Huseyîn Mahîr li qada Botanê tevlî "Pêngava Şoreşger a Elkê" bû û di 2'ê Tebaxa 2012'an de li qada Kato Jîrka pêl mayinê kir û jiyana xwe ji dest da. Huseyîn Mahîr navê xwe li dîroka Azadiya Gelê Kurd nivîsand û di dil û mejiyê gelê Kurd de bû yek ji fermandarên gerîla.