Ji Şengalê ji bo Rojava alîkarî
Ji Şengalê ji bo Rojava alîkarî
Ji Şengalê ji bo Rojava alîkarî
Li navçeya Şengal a Başûrê Kurdistanê Rêxistina Kurdên Êzîdî (TEVDA) ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê kampanya komkirina alikariyê dane destpêkirin.
Li Herêma Kurdistana Federal devera Şengalê bi armanca alikarîdayîna gelê Rojavayê Kurdistanê kampanya komkirina alikariyê hate destpêkirin.
Derbarê komkirina alikariyêya devera Şengalê de Endamê Meclîsa TEVDA Omer Salih Îbrahîm da diyar kirin ku wan di 11 Sibatê de kampanyaya komkirina alikariya ji bo Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin û heta niha nêzî 15 ton alikarî hatiye komkirin.
Her wiha Îbrahîm da zanîn ku ew wek rêxistina TEVDA li hemû gundên girêdayî devera Şengalê ji bo Rojava alikariyê kom dikin. Îbrahîm, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hêzên asayişê li gundê Gûbel astengî ji xebatên komkirina alikariyê re derxistiye. Îbrahîm diyar kir ku dê kampanyayê heta dawiya mehê bidomînin.