Ji Şengalê piştgiriya ji bo berxwedana Rojava
Ji Şengalê piştgiriya ji bo berxwedana Rojava
Ji Şengalê piştgiriya ji bo berxwedana Rojava
Partiyên siyasî û nunerên rêxistinên civaka sivîl yên li Şengalê, bi daxuyaniyekê komkujiya li Rojavayê Kurdistanê, bi tundî şermezar kirin û bang li rêxistinên navnetewî kirin ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin.
Li navçeya Şengalê Nûnerên Yekitî Niştimanî Kurdistanê (YNK), Hizba Şûî a Kurdistanê û Tevgera Azadiya Demokrata Êzîdiyan (TEVDA) der barê rewşa dawî ya Rojava û komkujiyên li ser gelê sivîl ê Rojava de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de, hersê aliyan dilsoziya xwe ya ji bo şoreşa Rojava anîn ziman, berxwedana gelê Rojava û YPG’ê silav kirin. Rêxistinên kurdan her wiha komkujiyên çeteya Eniya El Nusra jî bi zimanek tund şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de Serokê Tevgera Azadiya Demokrata Êzîdyan (TEVDA) Seyîd Hesen Seyîd li ser navê rêxistina xwe berxwedana Rojava silav kir. Seyîd, da zanîn ku li Rojava gelê Kurd zerer nedaye t, gelan û wiha got: "Gelê Rojava zerer ne daye ti gelan, tenê parastina xaka xwe û gelê xwe dike. Lê hinek aliyên ku xwe bi navê Îslamê binav dikin li hemberî van destkeftiyên kurdan li xwe nagre û êrîşê gelê sivîl dikin."
Seyîd diyar kir ku komên çete qetlîaman pêk tîne û wiha berdewam kir: "Komên çete zarokên 5 salî, ciwan, jin û mêrên Kurd bi awayek hovane qetil kirin. Bila her kes bizanime komên çete bi kiryarên xwe bi hemû kesî didin nîşandan ku tu eleqeya wana bi îslamiyetê re tuneye. Ev komên çetan bawerî yan fikra siyasî ya vî gelî napirsin, tenê netewa wana dipirsin. Dema kû dibînin kurd e serê wana jê dikin. Em bang li hemû aliyên Kurdan û rêkxistinên navnetewî yên demokratîk û mafê mirovan dikin ku piştgiriyê bidin gelê Rojava û zextan li ser van komên çete bikin kû dawiyê li van êrîşên xwe yên hovane bînin."
Nunerê Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) yê Şengalê Xelef Hesen jî da zanîn ku partiya wan her tim li pişt aliyên azadîxwaz û bindeste. Hesen, da zanîn ku dijminên kurd na xwazin ser axa xwe azad bijîn û wiha got: "Lewma gelê me yê Rojava jî di pêvajoya şoreşê de ye û destkeftiyên kû bidestxistine naxwaze ji dest derbikeve. Lê mixabin hinek xayin û dijminên mirovahiyê ji vê pêkhateya Kurdan ya siyasî bêzarin û naxwazin gelê Kurd jî weke her gelek yê cîhanê li ser xaka welatê xwe azad bijî. Diçin tevkujiyan ser zarokên kurdan didin çêkirin û welatiyên Kurd bi mirinê gefan dikin." Hesen destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê nêzî 50 hezar Kurdên Êzîdî hene û wiha pêde çû: "Jiyana kurdên Êzidî di nava metirsiyê de ye. Em bang li hêzên navnetewî dikin ku piştgiriyê bidin gelê Rojava û bi taybet gelê Êzîdî yê Rojava dijîn."
Nûnerê Hizba Şûî a Kurdistan Xidir Saleh Faris jî êrîşên komên çete yên li ser gelê sivil yê li Til Aran û Til Hasilê şermezar kir. Faris, ji hemû alî û hêzên Kurdistanî û navnetewî xwestin kû van êrîşên hovane yên komên çete şermezar bikin. Faris, piştgiriya xwe ya ji bo Rojava nîşan da û banga piştgiriyê jibo Rojavayê Kurdistanê kir.