Ji Serokkomarê Elmanyayê Gauck ji bo zarokên Kurdan name!

Ji Serokkomarê Elmanyayê Gauck ji bo zarokên Kurdan name!

Li bajarê Elmanya Hagenê komek ji zarokên Kurd ji bo balê bikşînin ser komkujiyên li dijî Kurdan ên li Rojava tên kirin, nameyek ji Serokkomarê Elmanya Joachim Gauck, Serokwezîr Angela Merkel û Papa I. Franciscum şandin û bersiv ji wan re hat dayîn. Serokkomar Gauck bersiv da zarokên Kurd û got, "Ez bûyerên li Sûriyê diqewimin bi baldarî dişopînim. Bi we re heman gumanan parve dikim. Ji ber vê hestiyariyê, ez ji we re spas dikim."

Ji bo balê bikşînin ser komkujiyên çeteyên El Nûsra yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li dijî sivîl û zarokan dikin, komek ji zarokên Kurd ên 7 heta 14 salî yên li bajarê Elmanya Hagenê dijîn, roja 6'ê Tebaxê ji Serokkarê Elmanyayê Joachim Gauck re name şandin û bersiv dîtin.

Gauck di bersiva xwe ya ji bo zarokên Kurd de diyar kir ku ew xemgîn dibe ku zarok û mirov di şer de tên kuştin. 

'EZ JÎ BI QASÎ WE XEMGÎN DIBIM'

Serokkomarê Joachim Gauck bi rêya mudura pênûsê (karê nivîsandinê) Sonia Storkk li ser navê zarokên Kurd bersiv da Sînem Korkmaz û got, "Ji ber nameyeke ewçend watedar spas dikim. Her roj bi hezaran name digihêjin min. Lê belê ji ber ku nameya we watedar dibînim, bersivê didim. Bi rêya kanalên televîzyonê em dişopînin ka li Sûriyê ji ber şer her roj mirovlçawa tên kuştin. Bi qasî we, ev yek bandorê li min jî dike û xemgîn dibim. Kuştina zarokan û mirovên beguneh hîn bêtir min diêşîne. Daxwaza me ew e ku ev şer demek berî demekê bi dawî bibe."

Serokkomarê Elmanyayê Gauck di nameya xwe de ragihand ku ew rewşa li Sûriyê ji nêz ve dişopînin û her roj agahiyan digire û got, "Tevî banga gelek welatan, Beşar Esad li kesî guhdarî nake. Serkêşiya van welatan jî Emerîka û welatên Ewropa dike. Elmanya alîkarî da herêmê û wê alîkariya xwe dewam bike. Ji bo zarokên ji qada şer reviyan heta îro 125 milyon Euro alîkarî da. Dîsa alîkariya av û dermanan da." Serokkomarê Joachim Gauck di dawiya nameya xwe de ji ber vê hestiyariyê, ji zarokên Kurd re spas kir.

Gauck her weha ji zarokên Kurd re wêneyê xwe yê îmzekirî şand.