Ji şervanên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiya 'fedayî'

Ji şervanên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiya 'fedayî'

Li Kobanê şervanên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi 'fedayî' çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de 5 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 25 çete hatin kuştin. Di şer û pevçûnên li Başûr û Rojavayê Kobanê de jî 45 çete hatin kuştin.

Li Kobanê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê Îlonê de destpê kirin û berxwedana YPG'ê ya li dijî vê bi dijwarî dewam dike. Şervanên YPG'ê yên ji roja destpêkê ya şer ve derbên giran li çeteyan didin, duh êvarê û nîvê şevê, li sê eniyan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyên bi bandor lidar xistin.

JI 5 ŞERVANAN ÇALAKIYA 'FEDAYÎ'

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî YPG'ê hatin bidestxistin, li gundê Korikê yê li Başûrê Kobanê duh danê êvarê, 5 şervanên YPG'ê ketin nava komên qelebalix ên çeteyan û demeke dirêj di nav wan de li dijî wan şer kirin. Li dû şer û berxwedana bi saetan dewam kir 5 şervanên YPG'ê çalakiya 'fedayî' pêk anîn. Şervanan xwe berdan nava çeteyan û bombeyên li ser xwe teqandin. Di çalakiyê de 25 çete hatin kuştin.

LI GUNDÊ SÎFTÎKÊ 10 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li gundê Sîftîkê yê li rojavayê Kobanê jî, nîvê şevê hêzên YPG'ê li hemberî herêma çete lê bû, çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de 10 çete hatin kuştin.

DI ŞERÊ LI DU CIHAN DE HERÎ KÊM 35 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li gundê Ayn-Bat ê li rojhilatê Kobanê jî şervanên YPG'ê li du herêman li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di çalakiyê de 10 çete hatin kuştin.

Di heman saetê de hêzên YPG'ê li gundên Ziravik û Berx Batan ên li başûrê Kobanê çalakiyeke bi bandor pêk anîn. Di encamê de 25 çete hatin kuştin.

Li başûrê Kobanê li dijî çeteyên li gundê Şêx Şoban civiyabûn, şervanên YPG'ê çalakî lidar xistin û di encamê de gelek çete hatin kuştin.