Ji Stenbolê bo Rojavayê Kurdistanê alîkarî
Ji Stenbolê bo Rojavayê Kurdistanê alîkarî
Ji Stenbolê bo Rojavayê Kurdistanê alîkarî
Rêxistina BDP'ê ji bo piştevaniya bi gelê Rojava re li Stenbolê alîkarî berhev kir û alîkariya ku berhev kir ji gelê Rojava yên Serêkaniyê re şandin. Piştgiriya ku ji gelê Rojava re hat şandin gihişt Serêkaniyê.
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ji bo tevkarî û piştgiriya gelê Rojava kampanya dabû destpêkirin. Kampanya alîkariyê berdewam dike. Alîkariya ku hat komkirin bi 2 kamyonan ji gelê Rojava re şandin Serekaniyê. Alîkariya ku ji 2 kamyonê alav û amûrên ku di nav de potên zarokan, arvan, zexîreyên hişk û pêdiviyên din ên mirovahiyê hebûn, gihiştin Serêkaniyê. Rêveberê BDP'ê yê Stenbolê Murat Kalmaz û Serokê BDP'a navçeya Kuçukçekmece Mehmet Oran alîkariya ji bo gelê Rojava bikamyonan anîn Serêkaniyê û teslîmî rayedarên Şaredariya Serêkaniyê kirin.
Serokê BDP'a Kuçukçekmece Mehmet Oran diyar kir ku, wan alîkariya sexîreyan ji 10 navçeyên Esenyurt, Kuçukçekmece û Bagcilarê kom kirine û şandine Serêkaniyê. Oran bang li hemû gelê ku li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê dijîn kir û xwest her kes piştgiriyê bide gelê Rojavayê Kurdistanê. Endamê komîsyona belavkariyê Orhan Arslan diyar kir ku, heta niha yekem car alîkarî û tevkarî ji dervey herêmê ji Stenbolê ji wan re tê û ev alîkarî wan kêfxweş dike û dixwazin her tim di nava piştevanî û tevkariyê de bin.