Ji Strasbourg, London û Liege piştgiriya ji bo Rojava

Ji Strasbourg, London û Liege piştgiriya ji bo Rojava

Li dijî komkujiyên çeteyên El Qaîde yên bi piştgiriya Tirkiyê li Rojava dike, dawiya her hefteyê li Ewropayê ji aliyê Kurdistaniyan ve li qadan tên şermezarkirin. Bi vê armancê li bajarê Fransa Strasbourgê, paytexta Înilîstan Londonê û bajarê Belçîka Lîege çalakî hatin lidarxistin. Li Mala Gel a Brukselê jî hevpeyvîn hebû.

Li Strasbourgê bi sedan kes, bi mîtîngekê êrîşên çeteyan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Mîtîng duh êvarê li Place Kleberê hat lidarexistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo têkoşerên di rêya azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.

Di mîtîngê de weke nîşaneya Rojavayê Kurdistanê ala kesk, sor û zer a pênc metre dirêj hat vekirin. Di axaftinên li mîtîngê bal hat kişandin ser bêdengiya cîhanê ya li pêşberî komkujiya li Kurdan tê kirin û bang li Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hat kirin, ku komkujiyê şermezar bikin.

Mîtîng ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Fransayê ve jî hat şopandin û rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyî û Elewî jî piştgirî dan.

LI LIEGE'YÊ MEŞ

Li bajarê Belçîka Liege'yê jî li ser banga Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) çalakiyek hat lidarxistin. Girseya gel a li ber Navenda Çandê ya Kurd hatin cem hev, bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" dest bi meşê kir.

Li dû meşê, li Place de Marche daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn. Nûnerê PYD'ê yê Liege'yê di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku li dijî êrîşên çeteyan, gelê Kurd bi awayekî giştî li ber xwe dide. Nûnerê PYD'ê got, "Wê kes nikaribe pêşî li şoreşa Kurdistana azad bigire. Em dixwazin ji her kesî re cih û rewşeke azad, demokratîk û wekhev ava bikin. Em dixwazin bi gelan re di nava azadî û wekheviyê de bijîn. Lê ew êrîşî me dikin. Tirkiye piştgiriyê dide êrîşkaran. Erebîstana Siûdî jî çekan dide çeteyan.",,

Nûnerê PYD'ê bang li her kesî kir ku li dijî çeteyan bi hev re tevigerin.

Li paytexta Îngilîstan Londonê, Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re li Trafalgar Square daxuyaniyek da çapemeniyê. Di çalakiyê de komkujiya Kurdan li Rojava û komkujiya Elewiyan li Lazkiye hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de desteka dewleta Tirk a ji hêzên çeteyan re hat şermezarkirin û hat destnîşankrin ku ewê her tim li gel têkoşîna mafdar a gelê Kurd bin.

LI BRUKSELÊ HEVPEYVÎNA LI MALA GEL

Kolektîfa Penaberan a Belçîkayê (BGK), der heqê rewşa li ROjava de li Mala Gel a li Brukselê hevpeyvînek bi navê "Li Rojava çi dibe" pêk anî.

Di panêla bi beşdariya nûnerê PYD'ê de, ji bo rewşa li Rojava hîn baştir were fêmkirin, nexşeya Rojava bi sînevîzyonê hat nîşandan û li ser van dîmenan rewşa hat vegotin.

Di axaftinan de ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê hat xwestin ku destûrê bide alîkariya ji bo Rojava ji deriyên sînor derbas bibe.