Ji Suryaniyan peyama Newrozê

Ji Suryaniyan peyama Newrozê

Federasyona Komeleyên Suryanî (SUDEF), Newroza gelê kurd û tirk pîroz kir û xwest Newroza îsal ji bo gelê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bibe destpêka jiyanek aştî û azadiyê. SUDEF'ê piştgirî da pêvajoya di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hikûmetê de pêş dikeve û xwest makeqanûnek demokratîk bê avakirin.

Federasyona Komeleyên Suryanî (SUDEF) ku li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ye, derbarê Newroza îsal de peyamek nivîskî da. SUDEF'ê di peyama xwe de diyar kir ku, ew hîvî û daxwaz dikin ku Newroza îsal ji bo gelê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bibe destpêka jiyana aştiyane û azad û aramî pêş bikeve.

SUDEF'ê di peyamê de xwest ku Newroza 2013'an bibe wesîleya çareseriya pirsgirêkên giran û yekîtî, piştevanî hevkariya gelên Rojava bêtir xurt bike û wiha got: "Bi hêvî û baweriya ku gelê Mezopotamya û Anadolu bigêje aştî û dawî li hêsîrê çavan û xwînê bê. Piştgiriya pêvajoya di navbera hikûmetê û Birêz Abdullah Ocalan de erk û peywirek girîng û hewcedariyek mirovahî ye. Em jî wekî Federasyona Komeleyên Suryanî piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Em hêvî dikin ku bibe wesileya aştî û azadiya gelan û em dîsa Newrozê li her kesî pîroz dikin."