Ji Suryaniyên li Swêdê nerazîbûna dijî biryara Mor Gabrielê

Ji Suryaniyên li Swêdê nerazîbûna dijî biryara Mor Gabrielê

Piştî Lijneya Giştî ya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind a Tirk, biryar da ku erdê Dêra Mor Gabriel a 1700 salî yê xizîneyê ye, li rastî nerazîbûnên Asurî û Sûriyaniyên li Swêdê hat.

Serokê Seyfo Centerê Sabrî Atman komkujî û qirkirinên Tirkiyeyê li hemberî Suryanî û kêmarên din ên û yên li hemberî Çermsorkên li Amerîkayê hatin kirin şiband hev. Atman dewleta Tirk bi polîtîkayên durû tawanbar kir. Atman bal kişand ku hikûmeta AKP’ê li aliyekê bang li Suryaniyan dike û dibêje “vegerin welatê xwe, ez ê metranxaneya we li Mêrdînê deynim”, li aliyeke din jî bi biryarek siyasî axa Manastira Mor Gabraiel desteser dike.

Atman destnîşan kir ku qirkirin ne tenê kuştina mirovan e û got ku di heman demê de qirkirina çand, hebûn û mîrasên mirovan ên dîrokî ne jî. Atman got; “Dêra me Mor Gabrielê rehîn digire û axa wê dagîr dike. Divê ev yek baş were zanîn ku qirkirin û dagirkirina dêra me ne tenê pirsgirêkek a me ye. ji ber ku pirsgirêkek a mirovahiyê ye.”

Serokê Komeleya Asurî-Suryanî-Keldanî Ozcan Kaldoyo diyar kir ku Dêra Mor Gabriel ji sala 1937’an û vir ve bi awayeke rêkûpêk baca xwe dide, lê Dadgeha Bilind van qanûna bin pê kir û biryareke siyasî daye.

Ji rêveberên Navenda Çanda Asuriyan George Baryawo jî diyar kir ku ji ber ku Swêdê qirkirina Ermenî û Suryaniyan nas kiriye, ji ber wê jî dewleta Tirk dêra Mor Gabrielê weke “dagirker bi nav kiriye. Baryawo got ku beriya niha jî gelek caran rayedarên Tirk di hevdîtinan de gotibûn ku ger qirkirina Suryaniyan were qebûl kirin, dê ev yek ji bo Suryaniyan ne baş be. Baryawo got; “Dixwazin bi vê yekê çavê Suryaniyan bitirsînin û ceza bikin.

Di daxuyaniya ji aliyê Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê ve hat dayîn de bal kişand ser dozên li hemberî weqfên wan, girtinên ji dozên KCK û Devrîmcî Karageh, girtin û komkujiyên li hemberî Kurdan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vana hemû bi hev ve girêda. Partiyê bang li raya giştî ya Ewropayê kir ku vê yekê ji nêzîk ve bişopînin.

Parlementerê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Yilmaz Kerîmo jî mijarê bi pêşniyarpirsekê bir rojeva Parlementoya Swêdê. Kerîmo di pêşniyarpirsa ku dixwaze Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt bibersivîne de bal kişand ku êrîş û zextên li Tirkiyeyê li hemberî kêmaran berdewam dikin.