Piştî Seroka Konfederasyona Sendîkaya Memûran a Swêdê (TCO) Eva Nordmark, Serokê Konfederasyona Sendîkayên Karkeran (LO) ku 1,6 milyon karker endamên wê ne, Karl-Petter Torwaldsson bi daxuyaniyekê êrîşên li hemberî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) protesto kir.
Torwaldsson piştî 71 endam û rêveberên KEKS’ê hatin binçavkirin û ji vana 28 kes hatin girtin daxuyaniyek çapemeniyê da û dewleta Tirk ji ber van pêkanînan, bi binpêkirina Peymana Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ILO’yê tawanbar kir.
Torwaldsson diyar kir ku girtina rêveber û endamên KESK’ê bi tu awayî nayê qebûlkirin û bi bîr xist ku LO’yê Tirkiyeyê beriya niha ji berpêkirina mafên sendîkal hişyar kiriye û protesto kiriye.
Şaxa Stochkomê ya Sendîkaya Seko ya ku xebatên metroyan dike, jî êrîşên li hemberî KESK’ê protesto kir û bang li hemû sendîkayên Swêdê kir ku piştgirî bidin KESK’ê. Sekoyê xwest hemû girtî serbest bên berdan û bang li hikûmeta AKP’ê kir ku rêzê nîşanî mafê sendîkal bide.
Parlementera Partiya Sosyal-Demokrat a Swêdê Rosa Guçlu Hedin girtin û zextên li hemberî KESK’ê bi pêşnûmeyeke nivîskî bir rojeva Parlementoya Swêdê.