Ji Swîsreyê ji bo MYE’yê embargoya Sûriye

Ji Swîsreyê ji bo MYE’yê embargoya Sûriye

Piştî ku bombeyên destan ên ku hikûmeta Swîsreyê difirot Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban (MYE) ji aliyê muxalîfên Sûriyeyê ve hatin karanîn, Swîsreyê firotina çekan a bo MYE’yê rawestand.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê hikûmeta Swîsreyê ve hat dayîn, Swîsreyê hemû peymanên firotina çekan a bi MYE’yê re rawestandiye. Piştî lêkolînên “gelo çekên Swîsreyê li Sûriye tên karanîn an na”, di wêneyê di rojnameyekê de hat weşandin de hat dîtin ku çekên Swîsreyê li Sûriyeyê ji aliyê muxalîfan ve tên karanîn.

Hefteya borî rojnameya Sonntagszeitung a Swsîreyê wêneyê serhildêrek Sûriyeyî ku bombeya dest dan a Swîsreyê di destê wî de hebû belav kir û tê diyarkirin ku wêne di meha hezîranê de hatiye kişandin.