Ji TAYD-DER'ê ji bo girtiyên nexweş kampanya îmzeyan
Ji TAYD-DER'ê ji bo girtiyên nexweş kampanya îmzeyan
Ji TAYD-DER'ê ji bo girtiyên nexweş kampanya îmzeyan
Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TAYD-DER) Şaxê Îzmîrê, ji bo serbestberdan û dermankirina girtiyên nexweş, di bin navê "tecrîd dikuje, ji girtiyên nexweş re azadî" kampanya îmzeyan da destpêkirin.
Starta kampanyayê li avahiya TAYD-DER Şaxê Îzmîrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Seroka TAYD-DER Şaxê Îmzîrê Dunyamali Ariç daxuyanî da û got, "Hikûmeta AKP'ê ya di siyaseta derve û hundir de têk çûye û bangêriya şer dike, bi îşkencey fîzîkî, psîkolojîk û civakî ya li girtiyên nexweş dike, wicdanê civakê birîn dike."
Ariç bibîr xist ku divê Tirkiye berpirsyariyên Peymana Mirovan a Biyotip a Ewropayê ku di sala 2003'an de mor kiribû bicih bîne û got, "Di çarçoveya vê peymanê de, Tirkiye neçare tevî serbestberdan û xizmeta tenduritiyê ji hemû maf û azadiyên girtiyên nexweş re hurmetê nîşan bide."
Ariç diyar kir ku di asta heyî de ji bo darbestên nû ji girtîgehan dernekevin û wicdanê civakê hîn bêtir xwîn nebe, pêwîste girtiyên nexweş bên berdan û got, "Bi vê armancê weke TAYD-DER Şaxê Îzmîrê em dest bi kampanya îmzeyan dikin. Em li bendê ne ku hemû şoreşger û demokrat beşdarî vê kampanyayê bibin."
Hat ragihandin ku kampanya dê heta nava meha Mijdarê dewam bike.