Ji TEV-ÇAND’ê peyama Newrozê

Ji TEV-ÇAND’ê peyama Newrozê

Akademiya TEV-ÇAND’ê derbarê Newrozê de peyamek weşand. TEV-Çandê diyar kir ku,  bi van rojên Newrozî dema berbi serkeftinê ve diçin, di germahiya têkoşîna azadiyê de bedewbûna berxwedana gelan hembêz dikin û wiha hat gotin: “ Bi strana ‘Pêyderê Azadiyê’ di serî de Newroz û rojbûna Rêber APO û Newroza tevahiya Kurdistaniyên li Mezrabotan, girtiyên azadiyê, gelê me yê serhildêr û dostên me û gelên ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin pîroz dikin.”

TEV-Çandê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev 14 salin Serokatiya me ji aliyê hezên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst û ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve di girtîgeha Yekesî ya Girava Îmralî de, di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Şervanê heqîqetê Rêber APO îro Kawayê Hesinkar û Prometeyê hemdeme ku; rûmeta gelan a ku ji wan hatibû dizîn careke din bi wan daye qezençkirin. Modernîteya kapîtalîst weke neyarê nirxên civakan jî hewl dide hesabê vê çalakiya azadkirinê ya dîrokî ji ‘Pêyderê Azadiyê’ bipirse û ji ber wê ye ku îro li wê ‘çala mirinê’ ya Girtîgeha Îmraliyê girêdayî ye. Rexmê her cûreyê zordestî, tenêhiştin û şêwazên êşkenceyên dijmirovahî dîsa jî ji xet, bawerî û ji armanca xwe ya mezin paşde gav neavêt. Berovajî wê têkoşîna xwe ya berxwedanê her tim mezin kir. Rêber APO di wateya Peyderê Azadiyê de li hember serweriya dij mirovahiyê yek bi yek movikên azadiyê bi heve kir û îro bûye zertava bihara gelan, bûye xemla xeyalên zarokên Mezrabotan.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, duh Dehaq, îro jî şopgerên wî hewl didin dîrok û çanda bi rûmet a civaka Kurdistanê di qirkirinek bê eman de derbas bikin. Daxuyaniyê wiha dom kir: “ Cîhana serwer ji derketina xwe heta roja me ya îro bi vê rê û resmê xwe bi rêk û pêk kiriye. Di haveynê desthilatdarî û netew dewletê de çawa ku li hember xwezaya civakî û li hember dîrokê xiyanet, çewtî, perçekirin, xapandin, ezezîtî, derew, zayendperestî, nijadperestî, li hember pîvanên exlaqî yên civakê pîvanên dij civakbûnê bi şêwazê zanistperestiya xwe dide avakirin.  Weke  ku di roja me ya îro de tê dîtin, çanda civakî li hember civakê dike dijmin û dixwaze ji nav civakê de artêşa sîxuran li hember civakê bide avakirin. Rastiya ku em tê de ne, ‘qirkirina çandî’ herî zêde li ser jin û ciwanên Kurd tê meşandin. Ev jî bi destê AKP’ê û Cemaeta Fetullah Gulen li ser esasê ajankirinê armanç dike. Dixwaze vê jî bi jiholêrakirina tevahiya nirxên civaka Kurd bi ser bixe. Lê li hemberî vê berxedana bêhempa ya rêber APO ya li Îmralî, ya tevgera Azadiyê û gelê Kurd ev 40 sale ji bo valaderxistina van polîtîkayên qirêj têdikoşe. Îro jî encamên vê di serkeftin û destkeftiyên gelê Kurd dest xistiye pir eşkere tê dîtin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di vê bingehê de wateya ku Tevgera Azadiyê gihîştiyê bi armanca parastina hemû nirxên civaka Kurd û hemû nirxên gelên bindeste. Hemû gelên derûdor jî dibînin û dizanin ku, asta zanebûna gelê Kurd xwe gihandiyê û pêvajoya ku em têde derbas dibin eşkere dike ku îro ji her demê wêdetir em nêzî azadiyê bûne.

Em bi van rojên Newrozî dema berbi serkeftinê ve diçin, di germahiya têkoşîna azadiyê de bedewbûna berxwedana gelan hembêz dikin. Bi strana ‘Pêyderê Azadiyê’ di serî de Newroz û rojbûna Rêber APO û Newroza tevahiya Kurdistaniyên li Mezrabotan, girtiyên azadiyê, gelê me yê serhildêr û dostên me û gelên ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin pîroz dikin.”