Ji TEV-DEM’ê hişyariya êrîşên li Amûdê

Ji TEV-DEM’ê hişyariya êrîşên li Amûdê

TEV-DEM’ê êrîşên ku di saetên êvarê de li bajarê Amûdê li dijî saziyên tenduristiyê û PYD’ê pêk hatin wekî, “perçeyek planên hêzên derve” nirxand û destnîşan kir ku ewê bi hemû hêza xwe ji bo gelên herêmê têbikoşin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê êrîşên li bajarê Amûdê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelê kurd bajarên xwe azad kirine, desti bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kiriye û ji bo xizmeta gelên herêmê dest bi avakirin saziyên sivîl kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku saziyên hatine avakirin li gel hemû bêderfetiyan jî, ji bo gel karekî bêhempa meşandine, lê hêzên ku hebûna kurdê azad qebûl nakin, ji bo têkbirina aramiya herêmê û destkeftiyên gel, ketina nava dek û dolaban.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên behsa mijarê destpêkê bi riya çapemeniyê kampanyaya reşkirinê dane destpêkirin û wiha hate gotin: “Piştre jî ji aliyê leşkerî ve jî êrîş kirin. Ev jî têkçûna wan a di warê siyasî de nîşan dide. Em dibînin ku hinek hêz bi rêbazên cuda dixwazin partiyên kurdan li dijî hev derxînin û karê Encunemî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) rawestînin. Her wiha xewstin li derveyî Lijneya Pispor a Destey Bilind komên çekdar ava bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku van hêzên hanê herî dawiyê li Amûdê hinek ciwan bi ser avahiyên saziyên sivîl de ajotine û êrîşên li dijî Heyeva Sor a Kurd, Saziya Ceryanê û PYD’ê wekî mînak hatin nîşandan. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ev derdorên behsa mijarê li ser navê “meşên aştiyane” bi çekan radibin û êrîşî saziyan dikin û ev tişt hatin gotin: “Di encama van êrîşan de 2 endamên asayîşê ku parastina saziyan dikirin birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrîş ji berê de hatine plankirin û ev tişt hatin gotin: “Berê li Qamişlo destpê kir, piştre li Amûdê dom kir. Ev êrîş plana hêzên li pişt van koman nîşan didin. Armanca wan ewe ku di dema 3’yemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd li Rêmilanê tê lidarxistin de, aramiya herêmê xirab bikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêkanîna konferansa ciwanan a li Rojavayê Kurdistanê îradeya li herêmê derketiye holê nîşan dide, lê hinek hêz dixwazin vê yekê berevajî nîşan bidin û bêjin, “li vir aramî tuneye”.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku TEV-DEM wê li ser riya azadiyê israr bike û bi hemû hêza xwe ji bo xizmeta gelên herêmê kar bike.