Ji tirsa El Nûsra reviyan, li penaberiyê perîşan in
Ji tirsa El Nûsra reviyan, li penaberiyê perîşan in
Ji tirsa El Nûsra reviyan, li penaberiyê perîşan in
Penaberên Kurd ên di rojên dawî de hatin Tirkiyê, behsa hovîtiya çeteyên El Nûsra yên bi piştgiriya Tirkiyê li dijî gelê Kurd pêk tînin.
Malbatan bal kişandin ser komkujî, talan, şêlandin û bûyerên diziyê yên li Amûdê, Hesekê û Efrînê yên çete li hemberî Kurdan pêk tînin û diyar kir ku El Nûsrayê fetwa "Mirina Kurdan" derxistiye. Malbatan dan xuyakirin ku çeteyên El Nûsra di ser vê hovîtiyê re dest diavêjin jinan û ji bo jinên serê wan vekirî ye dibêjin "gunehkarin" û wan dikujin.
Malbatan ji hovîtiya çeteyên El Nûsra reviyane û xwe li Îzmîrê girtine, pirsgirêkên cidî yên civakî, çandî, tenduristî, aborî û stargehê dijîn.
"FETWAYEK 'KUŞTINA KURDAN HELAL E' DERXISTIN"
Bavê 6 zarokan Mûsa Xelef Ahmed ê 59 salî ku dibêje ew li Amûdê dima, beriya mehekê ji ber tirsa ji komkujiyên El Nûsra ew reviyane û got, "Destpêkê li deverên dûrî me komkujî hatin kirin, dûre her diçû xwe nêzî me dikirin. Ji bo zarokên xwe biparêzim, min malbata xwe anî Îzmîrê."
Xelef Ahmed da xuyakirin ku El Nûsra li hemberî Kurdan komkujiyan dike û got, "Çeteyên El Nûsra xwe nêzî Amûdê kirin. Çend roj beriya xwe bigihînin me, li taxa me teqînekê rû da. Bombe avêtin sivîlan. Di wê bombebaranê de li gel jin û zarokan 8 kes mirin. Dotmama min jî di vê teqînê de jiyana xwe ji dest da."
Xelef Ahmed diyar kir ku ji bo mirovek were kuştin, Kurdbûyîna wê-î bese û got, "fetwaya 'Kuştina Kurdan helal e' derxistin. Dest bi komkujiyan li taxên Kurdan kirin. Kal, pîr, jin û zarok kuştin."
''JI BO PARASTINA ZAROKÊN XWE EM NEÇAR MAN BIREVIN''
Mûsa Xelef Ehmed da xuyakirin ku ji bo parastina, zarokên xwe ew neçar mane ji mal, cih û warê xwe derkevin û got, "Sê caran tekbîr dianî û îdîa kirin ku bi vî rengî bi jinan re zewicîne û dest diavêtin wan. Jinên servekirî jî li ser navê ol dikuştin. Dest danîn ser malên mirovan, talan dikirin û dişêlandin."
''EM LI VIR PERÎŞAN IN''
Xelef Ahmed diyar kir ku bi tirsa "em jî bikevin destê El Nûsra wê heman tiştî bi me jî bikin" û cihê xwe terikandine. Ahmed got, "Lê em li vir di şertên dijwar de dijîn, tiştekî me nîne. Hevsera min 6 rojan bi giranî nexweş ket, min nekarî wê bibim doktor. Ji ber ku dema belge nebe, nexweşxane li me nanêre. Hevsera min ji mirinê vegeriya. Zarokên min travma derbas dikin. Kurê min ê biçûk çend roj berê ji dengê 'fîşekên hewayî' tirsiya û got, 'Bavo li vir jî şer heye, em ji vir jî biçin.' Em nizanin emê çi bikin, em perîşan in."
"LI GUNDÊ WÊRANÊ KOMKUJÎ KIRIN"
Şêrîn Elî (19) ya ji gundê Muftî yê Hesekê beriya du rojan li gel hevserê xwe hat Îzmîrê got, "El Nûsra li gundê Wêran ê cîranê gundê me, ku lê Kurd û Ereb dijiyan, komkujî kir. Hefteyek beriya em werin, serê mirovan jê dikirin. Dest diavêtin jinan. Li dijî Kurdan fermana komkujiyê derxistin. Dizî, talan û şêlandin dikirin. Li Qamişlo serê kurê meta dayika min jê kirin. Ez nû zewicî bûm. Li gel hevserê xwe ji ber tirsa ji komkujiya çeteyên El Nûsra me xwe li vir girtin. Beriya du rojan em hatin. Tevahiya malbata min li dû me ma. Der barê wan de bi fikarim. Ez gelekî diêşim ku min ew li dû xwe bi mirinê re rû bi rû hiştiye."
‘’EFRÎN BI BIRÇÎBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE’’
Ridvan Xalid (46) ê ji Efrînê ku bi kurê xwe yê 16 salî Abdûllah hat Îzmîrê anî ziman ku çeteyên El Nûsra roja 16'ê Tebaxê êrîşî gunê Basifanê yê Kurdên Êzidî yên 10-15 km dûrî Efrînê ye, kirine. Xalid got, "YPG'ê gundê Basifanê parast. Li wê derê du şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Gund li dijî komkujiya El Nûsra hat parastin. Kurd nikarin ji Efrînê derkevin. Dor li Efrînê hatiye girtin, pirsgirêka birçîbûnê heye. Alîkarî nagihêje wir. Li vê derê xanî nadin me. Em li vir di şertên zehmet de dijîn."