Ji Volkana El-Firatê li dijî DAIŞ’ê çalakî: 35 kuştî

Ji Volkana El-Firatê li dijî DAIŞ’ê çalakî: 35 kuştî

Navenda Çalakiyan a Volkana El-Firatê li herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek pêk anî. Di encamê de 35 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekî ji Navenda Çalakiyan a Volkana El-Firatmê hatine wergirtin, li rojhilatê gundê Siftikê yê li rojavayê herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistine. Heman çavkaniyê ragihand ku di çalakiya ku saet di 04.00’an de pêk hat de, çeteyan derbeyên giran xwarin.

Çavkaniyê da zanîn ku şer û pevçûn di navbera endamên Navenda Volkana El Firatê û çeteyên DAIŞ’ê de hê jî berdewam in û got: “Di vê çalakiyê de herî kêm 35 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.”

Hêjayê gotinê ye, ji bo paqijkirina herêma çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ’ê, Navenda Çalakiyan a Volkana El-Firatê beriya demekê di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û hin tuga û tabûrên Artêşa Azad de li herêma Kobanê hatibû ragihandin.