Ji Wanê bi dehan wesayît çûn Pirsûsê

Ji Wanê bi dehan wesayît çûn Pirsûsê

Ji Wanê tevlîbûna nobeta berxwedana Pirsûsa Rihayê ya bi armanca êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê protesto bikin, didome. Duh di saetên êvarê de piştî meşa girseyî bi dehan wesayît ji Wanê çûn Pirsûsê.

Waniyan berê bi 10 wesayît û dehan wesayîtên taybet çûn Pirsûsê û duh jî ev tevlîbûn berdewam kir. Girseya li kawşaxa Soydan hatin cem hev ber bi garaja berê ya şaredariyê meşiyan. Endamê HDP PM’ê Cuneyt Canîş, Serokê DBP’a Wanê Atîlla Kumlî, Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya, rêveberên STO û  bi sedan kes tevlî bûn. Piştî govenda ku hate gerandin girse ket rê.