Ji Wanê ji bo Rojava alîkariya derman
Ji Wanê ji bo Rojava alîkariya derman
Ji Wanê ji bo Rojava alîkariya derman
Di çarçoveya kampanya ya alîkariya Rojava de dermanên ku li Wanê hat komkirin ji bo ku bigîhîne Rojava şandin Amedê.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê û Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê li avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê bi sedan kilo demanê kom kir ji bo bigêhîjînin Rojava şandin Amedê. Serokê Şaxa SES'ê ya Wanê Yilmaz Berkî der barê dermanên ku hatin komkirin de axivî û diyar kir ku di kampanya dermanan de bi sedan pakêt derman hat komkirin dê wan dermanan bişînen Rojava. Berkî balkişand ser pirsgirêkên tendirûstiyê yên Rojava û kampanya ya alikariya dermana ji bo gelê Rojava hêj berdewan dike, xwest ku hemû gel bihîstiyarî nêzîk bibe û alîkari bidin.
Pişti daxuyaniyê alîkariyê hatibû komkirin li kamyonan bar kir û ji bo ku bîgehîjîne Rojava şandin Amedê.