Ji Wanê ji bo Rojava û Şengal 2 TIR'ên alîkariyê
Ji Wanê ji bo Rojava û Şengal 2 TIR'ên alîkariyê
Ji Wanê ji bo Rojava û Şengal 2 TIR'ên alîkariyê
Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava û Şengalê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DBP’ê ve hatibû destpêkirin. 2 TIR’ên tijî alîkariya xurek ber bi herêmê ve hatin şandin.
Têkildarî komkirina 2 TIR’ên alîkariyê ya ji aliyê Koordînasyona Alîkariya Rojava ya Wanê ve hat komkirin, li Garaja Şaredariyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer, Rêveberê DBP’ê yê Wanê Ugur Ozlu û Sekreterê Desteya Koordînasyona TMMOB Şemsettîn Bakir amade bûn.
Berdevkê Desteya Koordînasyona Alîkariya Rojava û Rêveberê DBP’ê yê Wanê Ugur Ozlu got ku di nava mehekê de 22 TIR alîkarî ji Rojava û Şengalê re şandine û wiha dewam kir: “Îro 50 saziyên civaka sivîl jî piştgirya xwe nîşan dan û gotin ku wê tevlî kampanyaya alîkariyê bibin. Gelê me di mijara Rojava û Şengal de bi hestiyar tevgeriya û em dixwazin ev hîn zêdetir be.”
Piştî Ozlu Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer jî anî ziman ku ji bo kêm be jî birînên gelê Şengal û Rojava bên pêçandin Koordînasyona Alîkariyê xebatên xwe didomînin û axaftina xwe wiha domand: “Em li vir banga fedakariyê li her kesî dikin gelê Wanê kerasatên mezin ên erdhejê jiya û girîngiya alîkariyê dizane. Lewma em bawer dikin wê hestiyariya gelê Wanê ya di mijara Rojava û Şengalê de zêdetir bibe.”
Piştî axaftinan 2 TIR'ên tijî alîkarî ber bi Roava ve hatin şandin.