Senatoya DYA’yê ji bo Îran dest ji programa nukleerî berde, pêşzagona pêkanînên hişk yên li hember Îranê pejirand.
Teklîfa ku duh li Senatoyê hate pejirandin, bi giranî Muhafizên Şoreşê yên Îranê hedef digire.
Di pêşnameyê de hate diyarkirin ku, têkiliyên şîrketên Amerîkayê yên bi Îranê re pêwîste ji Komîsyona Borsa û Nirxên Menqûlê yên DYA’yê re ragehîne.
Di teklîfê de, kes yan jî şîrketên gazên çavşewitandinê, guleyên plastic û cihazên temaşekirinê, her wiha wekû vana malzemeyên teknolojî bidin Îranê, dê vîze nedin wan û dest danin ser malê wan.
Balkêşe ku teklîf beriya du rojan ya civîna navbera 5 welatên endamên Daîmî yên Konseya Ewlekariya NY, Îran û Almanyayê de ku dê sibe li Bexdayê muzakere werin pêkanîn, hate pejirandin.
Sala borî Serokê DYA’yê Barack Obama, sererastkirina ku rêveberiya Amerîkayê li dijî saziyên biyanî û şîrketên bi Bankeya Navendî ya Îranê re kar dikin, bikevin tevgerê pesend kiribû.