Ji welatiyên hatine revandin agahî nayê girtin
Ji welatiyên hatine revandin agahî nayê girtin
Ji welatiyên hatine revandin agahî nayê girtin
Bi dehan welatiyên Kurd ên ku li herêma Bab û Ezazê ji aliyê komên çete yên DAIŞ`ê û koma bi navê Komele ve hatine revandin, hîn jî di destê çeteyan de ne û tu agahî ji wan nayê girtin.
Li gundên Til Betal, Qair Kelbên, Sosinbat, Çoban Beg, Qaregoz, Dodiyan û Dirêkîş yên herêma Bab û Ezazê 135 welatiyên ji aliyê komên çete yên DAIŞ`ê û koma bi nave Komele ve hatine revandin hîn jî di destê çeteyan de ne.
Li aliyê din hate ragihandin ku 170 welatiyên ji bajaroka Ehrezê hatine revandin, piranî hatine berdan, lê welatiyê bi navê Mehmûd Şêx Xelîl û çend welatiyên din hîna di destê komên çete de ne.
Li derdora bajarê Helebê nêzî 117 gundên Kurdan hene. Komên çete yên DAIŞ`ê, hin komên girêdayî Artêşa Azad û hin komên çete yên Kurd ên girêdayî hin partiyên Kurdî, êrîşî van gundan dikin, welatiyan direvînin û malên wan talan dikin.