Xaçasor a Navneteweyî diyar kir ku ew şîdeta li Suriyeyê diqewime di çarçoveya ‘peçvûna çekdarî ya ku ne navneteweyî ye’ û tê wateya ‘Şerê navxweyî’ nirxandine. Her wiha ji derdora Şamê agahiyên pevçûneke dijwar tên.
Berdevkê Xaçasor Hîcham Hassan diyar kir ku ew niha Suriyeyê wekî têgeha teknîk a şerê sivîl a ‘Pevçûna çekdarî ya ku ne navnetewî ye’ bi nav dikin. Ev yek di rewşa ku li dijî Peymana Cenevreyê pêk bê de dikare bê darizandin.
Xaçasor, tundîya ku ev 16 meh e li Suriyeyê didome, heta niha Îdlîb, Humus û Hama û derdora wê wekî herêmên pevçûnê qebûl dikir. Di daxuyaniya dawî de jî tê destnîşankirin ku li welat belavbûna pevçûnan, êdî wekî şerê navxweyî dinirxînin.
Hîcham Hassan wiha wiha got: “Ya girîng ew e ku li welat dijiminahiya di navbera hikûmet û hêzên muxalîf de hiqûqa mirovahî ya navneteweyî derbasdar be. Li gorî Peymana Cenevreyê ligel êrîşa li dijî sivîlan êrîşên li dijî peywirdarên tenduristiyê, hedefgirtina xizmetên av û elektîrêkê jî dikeve çarçoveya sûc. Dîsa bûyerên şîdetê yên ku zirarê didin sivîlan jî dê di ‘çarçoveya şer’ de bên darizandin.
Di vê navberê de nûçeyên pevçûna dijwar ên di navber hikûmet û muxalîfên Şamê de tên. Pevçûn li kampên ku penaberên Fîlîstînê yên taxên Mîdan û Tadamon pêk tên. Hate zanîn ku gel ji bo di bin agir de nemînin direvin.
Muxalîfan diyar kir ku pevçûn heta saetên serê sibê didomin û hate diyar kirin ku Kfarê li dijî konvoya leşeran êrîş pêk hatiye û pevçûnên bi şîdet dest pê kiriye.