Li Ewropayê rêjeya hejarî û xizaniyê danakeve. Her wiha, zêdebûna di xizaniya li Almanyayê de jî zêdebûn heye û ev rêje jî herî zêde bandorê li penaberan dike.
Hat aşkerekirin ku li Almanyayê rêjeya ji sedî 14,5 a xizaniyê gihişt ji sedî 15.1. Li welêt krîza parvekirina dahatê heye û tabloyek ji rêzê ya kapîtalîst derdikeve holê; aboriya “kêmara keyfxweş” tê bihêzkirin û pirsgirêkên xizanan zêde dibin.
Li gorî agahiyên Ofîsa Îstatîstîkên Federal a Destatist, di dawiya sala 2011 de rêjeya xizaniya li welêt li gorî sala borî rêjeya xizaniyê zêdetir bûye.
Hat diyarkirin ku rêjeya xizaniya li welat a ji sedî 14.5 gihişt ji sedî 15.1’yê. li hin eyaletên Almanyayê ev rêje ji sedî 22 jî derbas kiriye.
Eyaletên herî zêde xizanî lê hene, eyaletên Bremen û Mecklenburg-Vorpommern e. Li Bremenê ji sedî 22.3 û li eyaleta Mecklenburg-Vorpommernê jî ji sedî 22.2 ye. Piştî her du eyaletan, Berlîn bi rêjeya xizaniya ya ji sedî 21.1 tê.