Ji xwendevanên Silêmaniyê kampaniya piştgiriya bi Rojava re

Ji xwendevanên Silêmaniyê kampaniya piştgiriya bi Rojava re

Xwendekarên zanîngeha bajarê Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê bi mebesta piştgiriya şoreşa Rojavaya Kurdistanê re kampanyake dan destpêkirin.

Bi armanca piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û projeya Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk, xwendekarên zanîngeha bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dest bi kampaniyaya komkirina Îmzeyan kirin. Xwendakaran di destpêka kampanyayê de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku deriyê sînor yên di navbera Başûr û Rojavaya Kurdistanê veke. Bang li hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku xwedî li destkeftiyên Rojavayê Kuristanê derkevin û piştgiriya wê bikin.