Ji YDG-H ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê çalakî
Ji YDG-H ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê çalakî
Ji YDG-H ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê çalakî
Bi armanca şermezarkirina pakêta AKP'ê, aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) li dijî Lîseya Ataturkê ya li ser cadeya Sunay a navçeya Baglar a Amedê, çalakiyeke lidar xistin.
Li navçeya Baglar a Amedê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) duh bi şev saet 24:00’an de bi armanca şermezarkirina pakêta AKP’ê ku tê de dihat gotin ku dê perwerdeya zimanê kurdî li dibistanên taybet bi pere bê dayîn, li dijî Lîseya Ataturk a navçeya Baglar a Amedê çalakiyeke li dar xistin.
Di çalakiyê de ciwanan molotofan avêtin lîseyê û li ser dîwara lîseyê jî ‘Em dixwazin bi zimanê dayikê perwerde bibînin’ nivîsandin. Ciwanan diyar kirin ku heta ku daxwazên Kurdan ên xwezayî neyê qebûlkirin û zimanê kurdî neyê nasîn dê çalakiyê wan ê bi vî rengî bidomin. Her wiha piştî çalakiya ciwanan, polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.