Ji YEK-KOM’ê ji bo Bisky peyama sersaxiyê
Ji YEK-KOM’ê ji bo Bisky peyama sersaxiyê
Ji YEK-KOM’ê ji bo Bisky peyama sersaxiyê
Hevserokên Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç û Hamîde Akbayir, ji bo yek ji lîderên kevin ê Partiya Çep a Elmanyayê Lothar Bisky yê pêr jiyana xwe ji dest da, peyamek sersaxiyê weşandin. Koç û Akbayir dan xuyakirin ku gelê Kurd dostekî xwe yê nêz wenda kiriye.
Peyama bi mora Hevserokên Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç û Hamîde Akbayir a ji Partiya Çep re hat şandin weha ye:
"Bisky di tevgera sosyalîst de bi salan têkoşiya bû. Her tim piştgirî dida me, her dem li gel me bû. Bisky alîgirê têkoşîna mafdar a gelê Kurd bû û bi beşdariya li xwepêşandan û festîvalên çandê yên Kurdan re desteka xwe nîşan dida. Bi wefata Bisky re, Kurdên li Elmanyayê dostekî xwe yê nêz wenda kiriye. Gelê Kurd wê Bisky ji bîr neke. Em êşa malbat û hevalên wî parve dikin."