5 welatên herî mezin yên Yekitiya Ewropayê ku ji bilî Îngîlîstanê di mijara ku polîtîkayên parastin û derve yên yekitiyê de di warê avêtina pêngavan de li hevkirin. Welatên ku Almanya jê re pêşengiyê dike di asta YE’yê de dixwaze Wezareta Navxweyî bê avakirin û ji bo endustriya paratsinê bazareke hevpar bê avakirin.
Di çarçoveya hewldana ku ji 27 welatên YE’ê jê 11 heb piştigiriyê didinê, tê xwestin ku serokekî Ewropayê bê hilbijartin, rayedarên Parlamentoya Ewaropayê bê berfirehkirin û 17 welatên endamên herêma Euro parlamentoyek binî ava bikin.
Di navbera wezîrên derve yên welatên YE’yê de ji 9 mehan heta niha di encama civînên ku gotûbêjên dijwar de belgeyeke 12 rupelî hate weşandin. Ligel ku Îngîlîstan li dijî vê derket jî di belgeya ku hate weşandin de tê gotin ku ji bo ku YE li cîhanê bibe aktrokrekî rast dive ji jib o polîtîkaya ewlehî û derve pêngav bên avêtin. Her wiha di belgeyê de tê xwestin ku piraniya peymanên YE’yê divê di warê ku bikarin biryarê bidin de bên sererastkirin.
Niha ji bo saziyên YE yê biryarekî bigirin dive hemû welat erê bikin. Mînak welatekî biçûk ya wekî Luksemburg jî bi tena xwe veto bike jî dê li hemberî biryarbûna pêşnûmeyê bibe asteng.
Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Polonya, Hollanda, Belçîka, Danîmarka, Awisturya, Portekîz û Luksemburg ku îmze avêtin belgeyê, bang kirin ku jibo ku sazîbûna polîtîkaya derve ya hevpar divê zêdê xebat bê meşandin.
Çavkaniyên YE’yê ji bo vê pêşniyara welatên mijara gotinê ne ku dive serokekî YE û wezareta derve ya YE’yê bê avakirin erînî dinêrin.