Ji Yekitiya Hêzê ya Elmanyayê meşa desteka ji bo Rojava

Ji Yekitiya Hêzê ya Elmanyayê meşa desteka ji bo Rojava

Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk a ji gelek sazî û dezgehên li Elmanyayê pêk tê, li bajarê Duisburgê meşeke girseyî organîze kir û komkujiya çeteyên El Qaîde yên bi piştgiriya Tirkiyê, şermezar kir.

Kurdên li bajarên cûda yên Elmanyayê dijîn, komkujiyên çeteyên El Qaîdeyê yên li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi çalakiyan şermezar dikin.

Îro jî li bajarê Duisburgê, Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk a di bin sîwanê wê de Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM), Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF), Federasyona Karkerên Penaber li Elmanyayê (AGÎF), Federasyona Karkerên Tirkiyeyî li Elmanyayê (ATÎF), ODA û Rêxistina Ciwanan a Partiya Çep hene, meşek organîze kir.

Yekitiya Êzidiyên Kurdistanê, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî piştgiriyê dan meşê. Meş bi beşdariya bi sedan kesên ji bajarên Dortmund, Essen, Bochum û Duisburgê pêk hat.

Çalakger li stasyona trênê ya li navenda bajêr hatin cem hev, pankart û dowîzên bi nivîsên Elmanî, Kurdî û Tirkî hilgirtin û komên çete yên mîna El Nûsra şermezar kirin.

Piştî meşa du saetan, xwepêşandêran li navenda bajêr mîtîngek lidar xistin. Li mîtîngê destpêkê Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç peyivî û diyar kir ku divê herkes Rojava biparêze û got, "Niha li Elmanyayê li 17 navendan meşên bi armanca piştgirîdayîna Rojava tên lidarxistin. Nirx û deskevtiyên Kurdan qezenç kirine, kes nikare ji destê wan bigire. Divê herkes vê baş bizanibe. Şoreşa li Rojava pêk tê, şoreşa tevahiya Rojhilata Navîn e."

Nûnerê DÎDF'ê Suleyman Gurcan jî hemû êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar kir û got, "Welatên Rojavayî piştgiriyê didin van çete û hovên komkujiyan dikin. AKP jî di nava vê piştgiriyê de ye. Divê dawî li vê rewşê bê anîn. Li hemberî vê pêwîste hemû hêzên demokrasiyê têbikoşin."

Serokê AGÎF'ê Duzgun Altûn ragihand ku ew bi gelê Rojava re di nava piştgiriyê de ne û komkujiya hat jiyîn, şermezar kir. Li ser navê ATÎF'ê Dirk Simon peyivî bang li herkesî kir ku li dijî çeteyan bi hev têbikoşin.

Endamê Meclîsa Ewropayê ya PYD'ê Ehmedê Kobanî da xuyakirin ku li Rojava têkoşîneke mirovahiyê tê meşandin û got, "Li Rojava Kurd li dijî hêzên Îslamî şer nakin. Kurd li dijî hovên komkujiyê didin, li dijî talankaran, li dijî çeteyan şer dikin."

Kobanî da xuyakirin ku têkoşîna li Rojava tê meşandin têkoşîna Mahîr Çayanan, Hakkî Kareran û Kemal Pîran e û axaftina xwe weha dewam kir: "Em dixwazin ji her kesî re rewşeke wekhev û demokratîk ava bikin. Em dixwazin bi gelên Ermenî, Asûr, Ereb, Xiristiyan û gelên din re bi nava azadî û wekheviyê de bijîn. Lê ew êrîşî me dikin. Tirkiye jî piştgiriyê dide van hêzan. Erebîstana Siûdî jî çekan dide."

Kobanî ji organîzatorên meşê re ji ber piştgiriya wan spasiyên xwe pêşkêş kir û anî ziman ku ew vê yekê watedar dibînin. Kobanî got, "Em bi şervanên YPG'ê yên di nava şer de ne, timî di nava têkiliyê de ne. Ew vê dibêjin, 'Meş, xwepêşandanên we yên li Ewropayê coş û heyecanê didin me. Hêz û moralê dide me.' Divê ev were zanîn. Piştgiriyeke we ya biçûk, li wê derê deng vedide."